Here naverokê
RojavaSiyaset

Erdogan: Bawer dikim ku dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebibe

2 xulek xwendin
Erdogan: Bawer dikim ku dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebibe

Çi çêbû?

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de axivî. Erdogan di axaftina xwe de behsa Rojavayê û pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de kir.

Erdogan rewşa dawî ya li Sûriyeyê dinirxîne û dibêje ku piştî 3,5 salên zilm û zordariyê, tevî provokasyonên giran ên Îsraîlê jî, ew dibînin ku aştî, aramî û ewlehî li Sûriyeyê careke din şîn dibin.

Erdogan derbarê rêveberiya Sûriyeyê de jî dibêje ku birayên wî yên Sûriyeyî di bin serokatiya bihêz a Serokkomar Birêz Ehmed Şera de, di nav yekîtî û pêkvejiyanê de paşeroja xwe ya hevpar ava dikin.

Erdogan derbarê pêvajoya leşkerî û îdarî ya li herêmê de dibêje ku ew bawer dikin ku bi temambûna pêvajoya entegrasyonê ya li , dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebibe. Erdogan her wiha dibêje ku ew jî wek Tirkiye di her qonaxa ku pêwîstî pê hebe de li kêleka Sûriyeyê dimînin. Erdogan her wiha radigihîne ku ew ji bo bextewarî û aramiya gelê Sûriyeyê hewl didin ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya ku dikeve ser milê bi cih bînin.

Erdogan diyar dike ku li Sûriyeyê pêşketinên giring diqewimin û dibêje ku li gel vê, li Sûriyeyê bi taybetî pêşketinên gelekî giring diqewimin ku divê ji bo zalim û kujeran bibin ders. Erdogan her wiha dibêje ku ax û nalîna mezlûman li erdê namîne û hêdî hêdî derdikeve holê. Erdogan dibêje ku ew sûcdarên ku ji kuştina zarokan kêfê werdigirin, bi ku de birevin jî, li wan kozikên ku xwe lê veşartine tên destnîşankirin û yek bi yek tên derxistin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku dema hesabpirsînê hatiye. Li gorî Erdogan, ji bo kesên ku bi çek di dest de li ber perçeyên paçan gefan li Tirkiyeyê dixwin, ji bo kesên ku li Banyasê xwîna 248 mezlûman û li Reyhanliyê xwîna 53 mirovên wî rijandine û ji bo kesên ku li ser cenazeyên pitikên Sûriyeyî pozên lehengiyê didin, dema hesabdayînê hatiye.