Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê banga yekîtiyê li PDK û YNKê kir

Çi çêbû?
Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) ragihand ku ji gavên dawî yên desthilatdarên federal ên Îraqê dilgiran e. Konseyê ev daxuyanî roja Înê, 27ê Mijdara 2026an, li ser tora civakî ya X belav kir.
Li gorî CDK-Fyê, ev gav dikarin desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê lawaz bikin. Konseyê warên ku di bin metirsiyê de ne wiha rêz kirin: birêvebirina samanên xwezayî, dahatên navxwe û deriyên sînor.
Konseyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêgeha siyasî û saziyî ya Başûrê Kurdistanê destkeftên dîrokî yên bingehîn in û berhema têkoşîn û qurbanîdana bi dehan salan a gelê Kurd in. Konseyê her wiha diyar kir ku rêzgirtina li vê pêgehê, ku di Destûra Îraqê ya sala 2005an de hatiye misogerkirin, ji bo aramiya siyasî ya Îraqê û parastina sistema federal bingehîn e.
CDK-Fyê xwest ku nakokiyên di navbera Bexdayê, paytexta Îraqê, û Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, de bi rêya diyalogê û li gorî destûrê bên çareserkirin. Konseyê diyar kir ku divê şêniyên Kurdistanê bedela aloziyên siyasî û aborî nedin.
Konseyê xwest ku madeyên hilawîstî yên destûrê, bi taybetî Madeya 140emîn, bên bicihanîn. CDK-Fyê got ku divê ev gav neheqiyên ku siyasetên erebkirinê bûne sedema ji holê rabike. Konseyê tekez kir ku divê şêniyên parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên nakok bikaribin bi azadî biryara paşeroja xwe bidin.
CDK-Fyê bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî, bi taybetî li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî. Konseyê got ku divê yekîtiya niştimanî û berjewendiyên hevbeş ên gelê Kurd li pêşiya her tiştî bin. CDK-Fyê diyar kir ku divê parastina sazî û destkeftên Kurdistanê li pêşiya hevrikiya hizbî be.
Konseyê ji desthilatdarên Îraqê xwest ku pêşî bidin diyalogê. CDK-Fyê her wiha bang li Fransayê, Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî kir ku çavdêriya rewşê bikin. Konseyê ji van aliyan xwest ku piştgiriya rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin. Li gorî CDK-Fyê, heke rêz li maf, sazî û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd neyê girtin, aramî li Îraqê pêk nayê.
Konseyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku roja Şemiyê, 5ê Berfanbarê, saet 14:00 li Parîsê, paytexta Fransayê, civînek û kombûnek were lidarxistin.