Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, li Silêmaniyê bijîşkek û hevpişkê wî hatin desteserkirin

Çi çêbû?
Li gorî çavkaniyeke bênav a ku bi Kurdistan24ê re axivî, li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bijîşkekî pispor bi navê bazirganiyê ji hevkarên xwe û karmendên nexweşxaneyê pere berhev kirin. Çavkaniyê diyar kir ku mîqdara hatiye berhevkirin nêzîkî 1500 defter dolar (15 milyon dolarê Amerîkî) ye. Li gorî agahiyên heman çavkaniya ewlehiyê, bijîşk û kesê ku alîkariya wî kiriye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Çavkaniyê eşkere kir ku gumanbarê sereke bijîşkekî pispor e ku li Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê kar dike. Li gorî çavkaniyê, bijîşk bi kesekî din re ji bo karê anîna telefonên mobîl ji Dubayê pere xwest. Wî ji bijîşk û karmendên nexweşxaneyê gelek pere wergirt. Çavkaniyê got ku gumanbaran di destpêkê de hinek qezenc jî dan kesên ku pere dabûn .
Li gorî gotinên çavkaniya ewlehiyê, bijîşk û hevpişkê wî paşê îdia kir ku ew îflas bûne. Bi vê hincetê herduyan pere venegerandin. Çavkaniyê got ku mîqdara giştî nêzîkî 15 milyon dolarê Amerîkî tê texmînkirin. Çavkaniyê herwiha diyar kir ku bijîşkekî mîqdara 150 defter dolarî daye gumanbaran. Wê lê zêde kir ku kêmtirîn mîqdara hatiye wergirtin 16 defter dolar bû.
Li gorî daxuyaniya çavkaniyê, dosye pêşî li Birêvebiriya Polîsê Silêmaniyê hat vekirin. Ji ber mezinahiya pereyan û dozê, dosye paşê radestî Asayîşê hat kirin. Çavkaniyê ragihand ku lêpirsîna li ser gumanbaran li Asayîşê berdewam e.
Hat ragihandin ku roja Yekşemê, 1ê Mijdara 2026an, 17 kes ji bijîşk û karmendên ku pereyên wan li cem her du gumanbaran mane çûn Asayîşa Silêmaniyê. Hat gotin ku van kesan bi awayekî fermî li dijî bijîşk û hevpişkê wî giliyê yasayî tomar kiriye.