Here naverokê
RojhilatCîhan

Li gorî Hanayê, Hadî Cemalîpûrê ku mûçeya xwe dixwest ji erkê xwe hat dûrxistin

1 xulek xwendin

Çi çêbû?

Li gorî agahiya ku gihîştiye Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê (Hana), Hadî Cemalîpûr, karmendê Zanîngeha Peyamê Nûr, ji erkê xwe hat dûrxistin. Berpirsê giştî yê karûbarên îdarî yê zanîngehê ev biryar da.

Li gorî Hanayê, Cemalîpûr salekê li ser nedayîna mûçeya xwe li pey daxwazên xwe ketibû. Wî ji bo ku dengê xwe bide bihîstin serî li rêyên cuda cuda dabû, di nav de medyaya civakî jî.

Li gorî rapora Hanayê, Cemalîpûr herwiha rûbirûyî tawanbarkirinên Fermangeha Îtlaatê ya Bîrcendê bû. Bîrcend navenda parêzgeha Xorasana a Îranê ye. Hanayê ragihand ku di nav tawanbarkirinan de propagandaya li dijî nîzamê û propagandaya di berjewendiya “dewleta dijmin” (Îsraîl) de hene.

Cemalîpûr di nivîsekê de ku li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir, ev tawanbarkirin red kirin. Li gorî Cemalîpûr, tawanbarkirin encama derbirîna daxwazên wî yên pîşeyî ne. Wî diyar kir ku ew van tawanbarkirinan herwiha encama lêgerîna xwe ya maf û dadê dibîne.