Hakan Fîdan diçe Amerîkayê

Çi çêbû?
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derve yên G20ê bibe. Ev civîn dê li bajarê Atlantayê yê eyaleta Corciyayê ya Amerîkayê pêk were. Civîn dê di 30 û 31ê Cotmehê de bê lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê dane, tê payîn ku Wezîr Fîdan di civînê de di sê danişînan de biaxive. Sernavên van danişînan Aloziyên Jeopolîtîk, Enerjî û Zincîreyên Dabînkirinê ne.
Tirkiyeyê Serokatiya Demkî ya G20ê di 1ê Berfanbara 2014an de wergirtibû. Di vê heyamê de Lûtkeya Serokên G20ê di 15 û 16ê Mijdara 2015an de li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê civiyabû. Di dema serokatiya Tirkiyeyê de, têkoşîna li dijî terorê û qeyrana penaberan wek sernavên siyasî cara yekem ketibûn rojeva fermî ya lûtkeyê. Serokên G20ê daxuyaniyên xwe yên yekem ên li ser têkoşîna li dijî terorê jî di wê heyamê de pejirandibûn. Di Daxuyaniya Encamê ya Lûtkeya Antalyayê de bi paragrafeke xurt cih ji qeyrana penaberan re hatibû dayîn. Koma beşdarbûnê W20 (Jin-20) jî di serokatiya Tirkiyeyê de hatibû avakirin. Armanca vê komê bihêzbûna jinan a ji aliyê aborî û civakî ve ye.
Amerîkayê serokatiya demkî di 1ê Berfanbara 2025an de ji Komara Afrîkaya teslîm girt. Lûtkeya Serokên G20ê ya bi mazûvaniya Amerîkayê dê di 14 û 15ê Berfanbarê de li Miamiya eyaleta Florîdayê pêk were. Amerîka dê serokatiya demkî di 15ê Berfanbarê de radestî Keyaniya Yekbûyî bike.
G20 aboriyên mezin ên pêşketî û aboriyên ku bilind dibin li dora heman maseyê dicivîne. Kom ji bo ku pergala darayî ya navneteweyî avahiyeke seqamgîrtir bi dest bixe hatibû damezrandin. Di bin sîwana G20ê de ji bilî 19 welatan, Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Afrîkayê jî hene. Kom nêzîkî ji sedî 85ê aboriya cîhanê, ji sedî 75ê bazirganiyê û du ji sêyên nifûsê temsîl dike.