Hakan Fîdan Îsraîlê bi çekdarkirina şervanên Durzî tawanbar dike

Çi çêbû?
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan idia kir ku Îsraîl li başûrê Sûriyê çekan dide şervanên Durzî. Fîdan hişyarî da ku Îsraîl dikare pevçûnên gengaz bike bihaneya operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan Îsraîl tawanbar kir ku her hefte çek û cebilxaneyê dide şervanên Durzî yên li başûrê Sûriyê. Fîdan roja Şemiyê, 21ê Mijdarê di daxuyaniyekê de hişyarî da ku Îsraîl dikare pevçûnên gengaz ên di navbera van şervanan û hêzên hikûmeta Sûriyê de wekî bihaneya operasyoneke leşkerî bi kar bîne.
Fîdan got ku Durzî li hundirê Sûriyê li ser sê eşîrên mezin dabeş bûne, du ji li kêleka hikûmetê û dijberên Îsraîlê ne, yek jî ji aliyê Îsraîlê ve tê piştgirîkirin.
Wî got ku li başûrê Sûriyê her hefte bi helîkopteran heta çek û cebilxane jî ji wan re tên anîn.
Herçend Fîdan nav neanîbe jî, xuya ye ku wî behsa Hikmet el-Hecrî kiriye, ku yek ji sê rêberên olî yên Durzî yên payebilind ên Sûriyê ye. El-Hecrî, ku li parêzgeha Suweydayê kesayetekî navdar ê alîgirê Îsraîlê ye, gelek caran desthilatdariya hikûmeta Sûriyê red kir û bang li herêmeke Durzî ya serbixwe kir.
Fîdan got ku şervanên girêdayî el-Hecrî hewl didin artêşa Sûriyê tehrîk bikin. Wî got ku senaryoyek heye ku tê de artêşa Îsraîlê dikare vê rewşê wekî bihane bi kar bîne da ku operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê dest pê bike.
Fîdan da zanîn ku pêşketineke wiha dikare bibe sedema pevçûneke herêmî ya berfirehtir. Wî herwiha diyar kir ku Enqere fikarên xwe bi hevpeymanên xwe yên herêmî, Amerîka û welatên Ewropayê re parve dike.
Hikûmeta Sûriyê jî Îsraîl bi piştgiriya komên çekdar ên li Suweydayê tawanbar kiribû. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî di nîvê Cotmehê de li Şamê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist. Wî di wê konferansê de got ku Îsraîl çek û piştgiriya darayî dide van mîlîsan da ku li herêmê kaosê biafirîne.
Îsraîl ji aliyê xwe ve destwerdanên xwe yên li başûrê Sûriyê bi hincetên parastina civaka Durzî û pêşîgirtina li gefên ewlehiyê diparêze.