Hana: Muhsin Bawîr li Awdananê careke din hat desteserkirin
1 xulek xwendin
Çi çêbû?
Hana Human Rights (Hana) ragihand ku hêzên ewlehiyê li Awdanana girêdayî parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê welatiyek desteser kir.
Li gorî agahiyên ku gihîştine Hanayê, kesê desteserkirî Muhsin Bawîr e ku li Awdananê dijî. Bawîr roja Sêşemê, 26ê Xezelwera 1405an (17ê Mijdara 2026an) hat desteserkirin. Li gorî Hanayê, hêzên ewlehiyê ew li nêzî dikana wî ya bi navê Kafe Gul bi awayekî keyfî girt. Rêxistinê her wiha ragihand ku Bawîr bo cihekî nediyar hatiye birin.
Li gorî agahiyên ku Hanayê dane, Bawîr berê jî hatibû desteserkirin. Yekîneyeke ewlehiyê ew di 27ê Befranbara 1404an (17ê Rêbendana 2026an) de girtibû. Bawîr çend meh şûnde bi kefaletê hatibû berdan. Dema ku hatibû berdan, kelepçeya elektronik lê hatibû kirin.