Tulay Hatimogullari: Komîsyon dikare di destpêka Berfanbarê de were avakirin

Çi çêbû?
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ragihand ku Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê bi ihtimaleke mezin dê di destpêka meha Berfanbarê de were avakirin. Komîsyon di serdana Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş a li DEM Partiyê de ketibû rojevê.
Hatimogullari di bernameyeke televizyonê de pêşketinên siyasî yên dawî nirxandin. Wê got ku ew di hevdîtinên xwe yên bi Kurtulmuş re li ser pêvajoya avakirina wê komîsyonê axivîne, ya ku tê payîn di çarçoveya Yasaya Çarçoveyê de were avakirin. Wê diyar kir ku avakirina komîsyonê dereng ketiye. Wê her wiha got ku ew bi Kurtulmuş re li ser awayê xebata komîsyonê jî axivîne.
Hatimogullari got ku komîsyon dê ne di statûya komîsyoneke pisporiyê de be. Hatimogullari derbarê desthilata komîsyonê de got ku dibe ku komîsyon nikaribe yasayan çêbike, lê dikare yasayan pêşniyar bike û divê wek desteyeke şêwirmendiyê tevbigere û berpirsiyariyeke zêdetir bigire ser xwe.
Hatimogullari got ku ji Kurtulmuş pirsî ka komîsyon dê kengî were avakirin. Wê derbarê bersiva ku wan wergirtiye de got ku Serok gotiye ku bi ihtimaleke gelekî mezin ev komîsyon dikare di destpêka meha Berfanbarê de were avakirin. Wê her wiha got ku ew jî dixwazin komîsyon bê derengî were avakirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê got ku aştî mijara hevpar a civakê ye. Hatimogullari diyar kir ku wan ji Kurtulmuş re gotiye ku divê di komîsyonê de pirdengî û beşdariyeke berfireh were misogerkirin. Hatimogullari got ku divê hemû partiyên siyasî, yên ku di Meclisê de koma wan heye û yên ku koma wan tune ye, di komîsyonê de werin temsîlkirin. Hatimogullari her wiha anî ziman ku divê ev temsîl bi sînorkirinên hejmarî neyê astengkirin.