Di Operasyona HEVBENDÎyê de 14 siyasetmedarên Kurd hatin şandin dadgehê

Çi çêbû?
Di operasyonên li dijî birêvebirên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de 14 siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku ev kes piştî lêpirsîna li polîsan hatin şandin dadgehê.
Navenda operasyonan bû. Operasyon li şeş bajaran hatin kirin. Ji bilî Amedê, , Êlih, Îdir, Enqere û Stenbol jî di nav van bajaran de bûn.
Yek ji kesên desteserkirî Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel e. Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn jî di nav kesên desteserkirî de ye. Nûnerê PÊLKURDê Fuat Onen jî hat desteserkirin.
Bozyel û Dagtekîn li Enqereyê li dozgeriyê îfadeyê didin. Girtina îfadeyên du kesên ku li Îdirê hatin desteserkirin jî li dozgeriyê berdewam dike.
10 kesên ku li Amedê hatin desteserkirin jî piştî ku kar û barên li polîsan qediyan, hatin şandin Dadgeha Amedê.