Şaredariya Hewlêrê: Dê li dijî kesên ku menholan digirin rêkarên tund werin girtin

Çi çêbû?
Endezyar Karzan Ebdulhadî, Serokê Şaredariya Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, ragihand ku dê li dijî her kesê ku menholên kanalîzasyonê digire an jî beton dike, rêkarên qanûnî yên tund werin girtin. Ebdulhadî her wiha diyar kir ku ji 50 xalên bajêr ên ku metirsiya lehiyê lê heye, tenê çend xal mane. Wî got ku li van xalan kar berdewam e.
Ev daxuyanî piştî giliyên hin niştecihên projeya niştecihbûnê ya Gundî Korî hat. Niştecihan gilî kiribûn ku hin malan menholên kanalîzasyonê girtine û beton kirine. Ebdulhadî di bersiva van giliyan de dibêje ku ew ê bê guman li dijî her bûyereke bi vî rengî rêkarên qanûnî yên tund bigirin. Ew her wiha dibêje ku hemwelatî dikarin agahiyên hûrgilî bişînin yan jî rasterast biçin Şaredariya Duyemîn, bi vî awayî ew ê bi lez rêkarên pêwîst bigirin û binpêkirinan rakin.
Serokê Şaredariyê behsa pirsgirêka dizîna qapaxên menholan jî kir. Ev dizî li taxa Hevalan û li hin cihên din qewimîn û menholên ku qapaxên hatine dizîn ji bo hatûçûna hemwelatiyan xeter çêdikin. Ebdulhadî dibêje ku ew her roj rastî van bûyeran tên û tîmên wan ên qadê sererastkirin û ji nû ve danîna qapaxên menholan berdewam dikin.
Her sal ji ber baranê di bin pira Seydawe de gelek av kom dibe. Ebdulhadî got ku wan ji bo çareseriya vê pirsgirêkê planeke taybet amade kiriye. Ebdulhadî paşê got ku di salên borî de li bajarê Hewlêrê di navbera 40 û 50 xalên xeternak ên komebûna avê û lehiyê de hebûn. Lê ew diyar dike ku bi saya projeyên raxistina kanalîzasyonê û golan, ev cih niha ewqas kêm bûne ku bi tiliyan tên jimartin. Bi gotina wî, pira Seydawe jî yek ji van cihan e û ew ê di pêşerojê de pirsgirêka wê bi teqez çareser bikin.