Şaredariya Hewlêrê dê binê Pira Seydawe ji lehiyê biparêze

Çi çêbû?
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya amadekariyên demsala zivistanê de, bi rêya Şaredariya Yek planeke parastinê ji bo parastina ewlehiya gan û malê welatiyan pêk tîne. Plan ji nû ve rêkxistina binê pira Seydawe dihewîne.
Li gorî daxuyaniya ku roja Yekşemê, 1ê Mijdara 2026an hat weşandin, tîmên şaredariyê binê pira Seydawe bi tevahî ji bermahiyan, axê û zibilan paqij kir. Di heman rojê de Şaredariya Yek li herêmê bergirên betonî danîn, da ku rê li ber parkkirina bêserûber a wesayîtan bigire.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî nirxandinên endezyariyê, binê pira Seydawe li herêmeke lawaz e ku di baranên xurt de ji bo komebûna avê guncav e. Li gorî Serokatiya Şaredariya Hewlêrê, ev pêkanîn tedbîrek e ku ji bo pêşîgirtina li bûyerên nexwestî û parastina ewlehiya gan û malê welatiyan hatiye girtin.
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragihand ku ev tenê gava yekem e. Ji bilî paqijkirinê, danîna bergiran û firehkirina kanalên avê, Şaredariya Yek planeke stratejîk jî amade kir. Armanca vê planê ew e ku dîmena binê pira Seydawe bi tevahî biguhere û di demeke nêzîk de bi awayekî rêkxistîtir ji nû ve bê bikaranîn.