Parêzgeha Hewlêrê: Ji bo zirardîtiyên lehiyê 5 biryarên lezgîn hatin dayîn

Çi çêbû?
Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku ji bo zirarên avên baranê û lehiya ku bandor li bajêr kir, bi serokatiya Parêzgar Omîd Xoşnaw civîneke lezgîn hat lidarxistin. Di civînê de, bi armanca vegerandina jiyanê bo rewşa asayî û alîkariya zirardîtiyan, çend biryar hatin dayîn.
Li Hewlêra Başûrê Kurdistanê, bi serokatiya Parêzgar Omîd Xoşnaw civîneke awarte hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku di civînê de encamên golên avên baranê û lehiyên ku di 7ê Mijdara 2026an de li bajêr çêbûn, hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji civînê hat belavkirin, ji bo vegerandina rewşa asayî ya bajêr û gihîştina zirardîtiyan ev biryar hatin dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo ku cade, kolan û qadên ku ji ber lehiyê herî, qur û bermahî lê kom bûne yekser bên paqijkirin, odeyeke hevbeş hat avakirin. Herwiha ji bo destnîşankirina sedemên sereke yên çêbûna lehiyan komîsyoneke lêpirsînê hat pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yekeya krîzê ya parêzgehê, bi hevahengiya Rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî û beşdariya hemû aliyên pêwendîdar, bi nirxandin û tomarkirina zirar û windahiyên madî yên hemwelatiyan hatiye erkdarkirin.
Şaredarî û Rêveberiya Giştî ya Rêyên Hewlêrê bi paqijkirina hemû rêyên derdor û derveyê bajarê Hewlêrê hatin erkdarkirin. Rêveberiya Avdanê jî bi paqijkirin û ji nû ve rêkxistina kanal, pir û hewzan hat erkdarkirin.
Parêzgar Omîd Xoşnaw rola tîmên xwebexş, rêxistinên xêrxwazî û hemwelatiyan bilind nirxand ku di dema bûyerê de ji bo rizgarkirin û alîkariya zirardîtiyan hevahengî û hevkarî nîşan dan.