Here naverokê
BaşûrPenaber û Koç

Helwesta hevbeş a Hewlêr û Londonê di têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî de

1 xulek xwendin

Çi çêbû?

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Duşemê 19ê Cotmeha 2026an, pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell kir. Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Îrfan Siddîq jî beşdarî hevdîtinê bû. Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, Holly Vare jî di civînê de amade bû.

Herdu aliyan rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê nirxand. Rewşa giştî ya herêmê û şert û mercên ewlehiyê jî di rojevê de bûn.

Mesrûr Barzanî û Powell li ser pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê li hev kirin. Herdu alî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê jî hemfikir bûn. Di vê çarçoveyê de herdu aliyan diyar kir ku divê bi taybetî di têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî de hevkarî û hevrêzî zêde bibin.

Mijareke din a hevdîtinê pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê bû. Mesrûr Barzanî û Powell li ser gavên ji bo ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê axivîn. Xebatên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.