Parastina Şaristanî ya Hewlêrê: Nêzîkî 200 wesayît ji lehiyê hatin derxistin

Çi çêbû?
Berdevkê Parastina Şaristanî ya Hewlêrê Eqîd Şaxewan Seîd ragihand ku tîmên nêzîkî 200 wesayîtên ku di lehiya Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, de zirar dîtine ji avê derxistine. Seîd roja Sêşemê 10ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de got ku ji ber lehiyê gelek wesayît zirar dîtine û tenê tîmên wan nêzîkî 200 wesayît ji avê derxistine.
Berdevk diyar kir ku rewşa wesayîtên rizgarkirî ji hev cuda ye, hinek ji wesayîtên ku wan ji avê derxistine xera bûbûn, hinekan zirareke giran dîtibû û av tenê ketibû hundirê hinekan.
Li gorî Eqîd Seîd, hejmara rastî ya wesayîtên ku ji lehiyê zirar dîtine ji 200an zêdetir e. Seîd da zanîn ku sedema vê rewşê ew e ku tîmên din ên rizgarkirinê jî gelek wesayît ji avê derxistine.
Roja Şemiyê 7ê Mijdara 2026an li Hewlêrê piştî baranê lehî rabû. Di lehiyê de du kesan jiyana xwe ji dest da. Gelek wesayît û malên welatiyan jî zirar dîtin.
Roja piştî lehiyê çend komîsyon hatin avakirin. Yek ji van komîsyonan bi destnîşankirina zirar û windahiyên ku lehiyê çêkirine hat erkdarkirin.
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir derbarê pêvajoya qerebûkirinê de got ku ew daneyan kom dikin û bi belge tomar dikin, lê divê biryara li ser awayê qerebûkirinê bi Encumena Wezîran re were dayîn.