Here naverokê
BaşûrAborî

422 hezar ton berhem ji Hewlêrê bo navend û başûrê Îraqê hatin şandin

1 xulek xwendin
422 hezar ton berhem ji Hewlêrê bo navend û başûrê Îraqê hatin şandin

Çi çêbû?

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ragihand ku di deh mehên pêşîn ên îsal de zêdetirî 422 hezar ton berhemên çandiniyê yên herêmî bo parêzgehên navend û başûrê Îraqê hatine şandin. Li gorî rêveberiyê, para herî mezin a vê şandinê ya kartolê bû.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad got ku hejmara giştî 422 hezar û 919 ton e. Li gorî agahiyên Murad, berhem ji 23 cureyên cuda pêk tên ku cotkarên Herêma Kurdistanê çandine. Berhem ji destpêka Rêbendanê heta dawiya Cotmehê bi riya bazara navendî ya firotina bi kom li Hewlêrê hatin şandin.

Li gorî statîstîkên rêveberiyê, kartol li bazarên Îraqê berhema herî zêde daxwazkirî bû. Pîvaz ket rêza duyem, zebeş ket rêza sêyem û bacansor jî ket rêza çarem. Rêveberiyê hejmarên zebeş, gundor û kundiran bi texmînî dan. Li gorî berheman, hejmarên şandî ev in:

Hejmara berhemên şandî (ton)
Kartol100447
Pîvaz84825
Zebeş58075
Bacansor41968
Xiyar3400
Gundor480
Îsota kesk408
Tirozî340
Silq340
Kelem272
Bacanreş272
Kundir240
Kivarka spî193

Li gorî hejmarên ku rêveberiyê dane, hejmara herî kêm, bi 193 tonan, ya kivarka spî bû.

Murad sedema cudahiya mezin a di navbera berheman de jî rave kir. Li gorî Murad, kartol, pîvaz û bacansor ji berhemên bingehîn in ku malbatên Îraqî nikarin di selika xwarina xwe ya rojane de dev jê berdin. Murad got ku ji ber vê sedemê daxwaziya li ser van berheman li parêzgehên navend û bilind maye û zêde bûye. Wî diyar kir ku xerckirina hin sebzeyan jî bi demsalên diyar ve girêdayî ye an daxwaziya li ser wan sînordar e.