Parêzgarê Hewlêrê: Bila welatî bi lez kolanan vala bikin

Çi çêbû?
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bangeke lezgîn li niştecihên bajêr kir ku kolanan vala bikin û vegerin malên xwe. Li gorî Xoşnawî, armanca vê bangê ew bû ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û yekîneyên pêwendîdar bikaribin bigihîjin deveran ku av lê kom bûye.
Xoşnawî roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2026an, di daxuyaniyekê de got ku ew bi lava, bi lava ji welatiyan dixwazin ku vegerin malên xwe û bihêlin tîm karê xwe bikin.
Parêzgarî diyar kir ku derketina welatiyan û qerebalixiya li kolanan li pêşiya karê tîman bûne asteng. Xoşnawî got ku xelk nahêlin tîm karê xwe bikin û bila hemû vegerin malên xwe.
Ji ber pêla barana dijwar û metirsiya komebûna avê û çêbûna lehiyê, hemû tîmên Parastina Sivîl a Herêma Kurdistanê ketin rewşa amadebaşiya tam. Bi heman biryarê, destûrên karmendan jî hatin betalkirin.
Yekîneyên parastina sivîl ên deveran jî ji welatiyan xwest ku li malên xwe bimînin. Hat ragihandin ku li Hewlêrê gelek av kom bûye û vê avê gelek otomobîl bi xwe re birine.