Here naverokê
BaşûrAborî

Li Hewlêrê firotin û danasîna 35 projeyên xaniyan hat rawestandin

2 xulek xwendin
Li Hewlêrê firotin û danasîna 35 projeyên xaniyan hat rawestandin

Çi çêbû?

Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Hewlêrê Saman Ereb, roja Pêncşemê 19ê Mijdara 2026an biryara rawestandina 35 projeyên xaniyan li parêzgeha Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê ragihand. Di van projeyan de firotin, kirîn û reklam hatin qedexekirin. Li gorî Ereb, armanca biryarê ew e ku pêdiviya rastîn a bajêr bi xaniyan bê pîvan û welatî li hember xapandinê bên parastin.

Ereb got ku hin ji projeyan xwedî destûr in. Wî diyar kir ku ev proje hîn di qonaxa veqetandina erdê an jî pejirandina fermî de ne. Wî da zanîn ku tu destûreke yasayî ya projeyên din tune ye. Li gorî Ereb, hin nivîsgehên xanî û milkan û hin veberhêneran berî ku pêvajoya destûrê biqede dest bi imzekirina peymanan û reklamên firotinê kirin.

Li gorî daxuyaniya Ereb, Desteya Veberhênanê ji her veberhênerekî re hişyariyeke nivîskî ya taybet şand. Veberhêneran guh nedan hişyariyan. Hinekan ji li ser medyaya civakî welatî xapandin. Desteyê jî bi Parêzgeha Hewlêrê, qeymeqamtiyê û Odeya Bazirganiyê re gaveke yasayî avêt. Tîmên qeymeqamtiyê bi riya polîsên şaredariyê nivîsgehên wan projeyên ku li dijî rêsayan bûn girtin.

Biryara rawestandinê dê heta 1ê Gulana 2027an berdewam bike. Ereb got ku ev dem ji bo nirxandina pêdiviya bi xaniyan hatiye veqetandin. Wî herwiha got ku dibe ku ji hin projeyan re qet destûr neyê dayîn.

Ereb ragihand ku ji veberhêneran hatiye xwestin ku pereyên ji welatiyan wergirtine ji wan re vegerînin. Li gorî Ereb, texmîn nîşan didin ku piraniya kiriyaran tenê du qistên pêşîn dane. Erda veberhênerê ku pereyan venegerîne dê jê bê standin û dosyeya wî dê ji dadgehê re bê şandin. Nivîsgeha şirketa kesên ku qedexeya firotinê bin pê dikin jî dê bê girtin.

Ereb diyar kir ku biryar tenê van 35 projeyan digire nav xwe. Wî got ku di projeyên din de divê peyman bi sê nusxeyan ji aliyê rêveberiyê ve bên pejirandin. Wî herwiha bi bîr xist ku divê pere jî tenê li hesabê projeyê yê di bankeke pejirandî de bên razandin.