Li nexweşxaneyeke Hewlêrê di 10 mehan de 67 hezar serlêdan û 13 hezar zayîn

Çi çêbû?
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên kar û çalakiyên Nexweşxaneya Perwerdeyî ya Jin û Zayînê ya Hewlêrê yên ji 1ê Rêbendanê heta 31ê Cotmehê belav kirin. Wezaretê diyar kir ku ew bi şîret û piştgiriya berdewam a Serokatiya Encumena Wezîran pêşxistina sektora tenduristiyê û nexweşxaneyên giştî didomîne. Wezaretê ragihand ku armanca wê ew e ku xizmeta tenduristiyê ya belaş û bi kalîteyeke bilind pêşkêşî welatiyan bike.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di vê heyamê de 67 hezar û 301 nexweşan serî li nexweşxaneyê dan. Hejmara nexweşên ku hatin razandin jî 28 hezar û 77 bû.
Di heman heyamê de bi giştî 13 hezar û 610 zarok hatin dinyayê. Ji 8 hezar û 491 bi zayîna asayî çêbûn (4 hezar û 265 kur, 4 hezar û 226 keç). Hejmara zarokên ku bi neştergeriya qeyserî hatin dinyayê 5 hezar û 119 bû (2 hezar û 685 kur, 2 hezar û 434 keç). Li beşa zarokên pêşwext 6 hezar û 600 zarok hatin dermankirin.
Li beşa awarte 3 hezar û 673 razandin hatin tomarkirin. Li yekîneya lênêrîna giran (ICU) 301 rewş hatin şopandin. Beşa zarokên tûpê 3 hezar û 86 serlêdan wergirtin. Hejmara analîzên laboratuwarê 255 hezar û 397, ya ultrasonê 59 hezar û 936 û ya rontgenê jî 2 hezar û 647 hat tomarkirin.
Wezaretê dabeşbûna neştergeriyên ku di vê heyamê de hatine kirin jî parve kir:
| Neştergeriyên biçûk | 327 |
|---|---|
| Neştergeriyên navîn | 1003 |
| Neştergeriyên mezin | 2905 |
| Neştergeriyên mezin ên pêşketî | 2457 |
Wezaretê tekez kir ku ew bi xwe, bijîşk û karmendên tenduristiyê dê bi hemû hêza xwe xizmeta welatiyan bidomînin. Di daxuyaniyê de spasiya hemû bijîşk, hemşîre û karmendên ku li nexweşxaneyê kar dikin hate kirin, ji ber xizmeta berdewam a ku pêşkêşî nexweşan dikin.