HRW: Nepejirandina YPJê di nav artêşê de jinan sînordar dike

Çi çêbû?
Human Rights Watchê (HRW) ragihand ku nepejirandina tevlêbûna YPJê bo nav artêşa Sûriyeyê cihê jinan di saziyên giştî, leşkerî û ewlehiyê de sînordar dike.
Human Rights Watchê raporek li ser rewşa jinan a li Sûriyeyê belav kir. Rêxistinê diyar kir ku hikûmeta veguhêz rê nade ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Li gorî HRWê, ev helwest beşdariya jinan a di saziyên giştî, saziyên leşkerî û saziyên ewlehiyê de sînordar dike.
Rêxistinê ragihand ku hikûmeta veguhêz di Tebaxa 2026an de qebûl nekir ku YPJ bi statuya xwe tevlî artêşê bibe. HRWê ev biryar wekî sînordarkirina beşdariya jinan a di saziyên leşkerî û ewlehiyê de nirxand.
Di raporê de hat diyarkirin ku sînordarkirina beşdariya jinan a di bernameyên akademiyên parastin û ewlehiyê de cudakarî ye û rola jinan a di saziyên dewletê de kêm dike.
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê îsal di 30ê Îlonê de hin mercên wergirtinê ragihandin. HRWê diyar kir ku piraniya bernameyên Zanîngeha Zanistên Parastina Niştimanî tenê ji mêran re vekirî ne.
Rêxistinê destnîşan kir ku li Zanîngeha Zanistên Ewlehiyê ya Sûriyeyê yekane derfeta ku ji jinan re hatiye pêşkêşkirin beşa ewlehiya sîber e. Dawiya dema serlêdanê ji bo van beşan 19ê Cotmehê bû.
HRWê ragihand ku jin ji perwerdeya leşkerî bêpar tên hiştin û nikarin di saziyên ewlehiyê de kar bikin. Li gorî rêxistinê, jin ji enstîtuyên teknîkî yên warên neft, gaz û rêhesinê jî tên dûrxistin. Beşa rêveberiyê ya Enstîtuya Teknîkî ya Pêwendiyan a girêdayî Zanîngeha Îdlibê jî tenê ji mêran re hat veqetandin.
HRWê diyar kir ku ev nêzîkatî li dijî mafê wekheviyê ye. Rêxistinê got ku ev biryar bi mafê perwerde û karkirinê yê di Danezana Destûrî ya Sûriyeyê de re li hev nake. Rêxistinê her wiha got ku ev gav li dijî peymanên navneteweyî ye. Rêxistinê destnîşan kir ku bi taybetî Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cudakariyê li Dijî Jinan (CEDAW) tê binpêkirin.
Rêxistinê her wiha bal kişand ser lawaziya temsîla jinan a di Encumena Gel de û sînordarkirinên li ser hin karên giştî. Raporê bang li hikûmeta veguhêz kir ku dawî li sînordarkirinên li ser bingeha zayendê bîne. HRWê xwest ku beşdariya wekhev a jinan a di saziyên giştî, leşkerî û ewlehiyê de were misogerkirin.