UKMTO: Li nêzîkî Tengava Hurmuzê tankerek hate lêdan

Çi çêbû?
Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (United Kingdom Maritime Trade Operations, UKMTO) ragihand ku li ber peravên Omanê tankerek hate lêdan. Li gorî UKMTO, du tiştên nenas li tankerê ketin. Di dema bûyerê de keştî 14 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê herêma Lîmayê ya Omanê diçû.
Li gorî agahiyên ku UKMTOyê dane, berpirsê ewlehiyê yê şirketa keştiyê piştrast kir ku du cebilxane li odeya makîneyan ketin.
UKMTO ragihand ku li gorî tespîtên destpêkê, di bûyerê de kes giyanê xwe ji dest nedaye. Dezgehê her wiha diyar kir ku li deryayê qirêjiya jîngehê jî çênebûye. UKMTO da zanîn ku berpirs lêkolîna li ser bûyerê didomînin.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, li bajarên Bender Abbas û Sîrîkê yên girêdayî parêzgeha Hurmuzganê ya Îranê dengê çekan hat bihîstin. Her du bajar jî li ber peravên Tengava Hurmuzê ne. Tesnîmê her wiha îdîa kir ku li herêmê gule li keştiyan hatine reşandin ku li dijî qaîdeyên ku Îranê diyar kirine tevgeriyane.