Li gorî Supaya Pasdaran a Îranê, li Tengava Hurmizê sê tanker teqiyan

Çi çêbû?
Supaya Pasdaran a Îranê (Sepah-e Pasdaran-e Enqelab-e Eslami, IRGC) ragihand ku ji sibeha roja Yekşemê, 8ê Mijdarê ve, li Tengava Hurmizê sê tankerên neftê teqiyane.
Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Giştî ya Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, ji destpêka rojê heta dema ku daxuyanî hat dayîn, li tengavê sê tankerên neftê teqiyan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tankeran hewl dida bi awayekî neqanûnî di Tengava Hurmizê re derbas bibin. Li gorî heman daxuyaniyê, tankeran sîstemên xwe yên naskirinê girtibûn.
Supaya Pasdaran a Îranê herwiha da zanîn ku gelek caran hişyarî ji hemû keştiyan re hatiye dayîn. Supaya Pasdaran got ku divê keştî pabendî rêwerzên Supaya Pasdaran a Îranê bin û hewl nedin bi awayekî neqanûnî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.