Du parlamenteran bang kir ku Parlamentoya Kurdistanê dîsa were çalakkirin

Çi çêbû?
Du parlamenterên pêkhateyên Keldanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî yên Parlamentoya Kurdistanê bang li hemû fraksiyonên Kurdistanî kir ku parlamentoyê ji nû ve bixebitînin. Cêms Hesdo Hîdo û Ramî Nûrî Siyawuş ev bang bi peyameke hevbeş ragihand. Peyam di salvegera duyem a hilbijartinên xula şeşem a parlamentoyê de hat weşandin. Her du parlamenteran xwest ku felcbûna saziya yasadanînê bi dawî bibe.
Di peyamê de hat bîrxistin ku hilbijêran di 20ê Cotmeha 2024an de ji bo diyarkirina îradeya xwe berê xwe dabû sindoqan. Li gorî Hîdo û Siyawuş, hilbijêrên Keldanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî bi tevahiya gelê Kurdistanê re di pêvajoyeke demokratîk û şefaf de deng dan. Parlamenteran diyar kir ku tevî ku du sal derbas bûne jî parlamento naxebite. got ku sedema vê rewşê lihevnekirina aliyên siyasî ye.
Hîdo û Siyawuş got ku ev rewş di bicihanîna îradeya gel de paşveçûnek e. Li gorî parlamenteran, ev rewş pêvajoya siyasî ya li ser bingehê demokrasiya nûneratiyê bêqîmet dike. Her du parlamenteran her wiha anî ziman ku rengvedanên neyînî yên vê astengiyê li ser asta navxweyî û navneteweyî hene.
Hîdo û Siyawuş di peyama xwe de hişyarî dan ku berdewamiya vê rewşê xizmeta wan aliyan dike ku berjewendiya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê naxwazin. Wan her wiha got ku ev rewş di heman demê de baweriya welatiyan bi saziyên destûrî lawaz dike.
Her du parlamenteran di dawiya peyamê de bangeke biratiyê li fraksiyonên Kurdistanî kir. Wan ji fraksiyonan xwest ku di zûtirîn dem de parlamentoyê dîsa bixebitînin. Wan diyar kir ku bi vî awayî parlamento dikare erkê xwe yê yasadanîn û çavdêriyê bîne cih. Wan got ku divê parlamento bibe sîwaneke ku hemû saziyên destûrî li dor xwe dicivîne. Hîdo û Siyawuş anî ziman ku ev gav dê avahiya destûrî ya Herêma Kurdistanê xurt bike û berjewendiyên bilind biparêze.