Behzad Nûrmihemedî: Di qezaya otobusê ya li Îlamê de 9 kes mirin

Çi çêbû?
Berpirsê alîkariya lezgîn a herêmê Behzad Nûrmihemedî ragihand ku li parêzgeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê otobuseke rêwiyan a ku karmendên sektora neftê dibirin wergeriyaye. Nûrmihemedî da zanîn ku di qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Nûrmihemedî got ku qeza êvara şemiyê saet 19.25an li ser riya Deşt Ebbas-Mûrmûrî ya di sînorê navçeya Awdananê de qewimiye. Hat ragihandin ku piştî bidawîhatina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, diyar bû ku 9 kes mirine û 15 kes birîndar bûne.
Nûrmihemedî diyar kir ku birîndar li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Îlam, Dêhloran, Dizfûl û Awdananê hatine dermankirin. Rêveberê Heyva Sor a Parêzgeha Îlamê Hemze Mihemedî jî ragihand ku piştî agahdarkirinê 12 tîmên rizgarkirinê yên ji 32 karmendan pêk dihatin gihîştine cihê bûyerê. Mihemedî got ku 6 ambulans, 3 erebeyên taybet ên destwerdana lezgîn û 3 erebeyên xizmetguzariyê beşdarî xebatan bûn.
Hat ragihandin ku otobusa wergeriyayî karmend û karkerên şirketa neftê NGL a li Dêhloranê dibirin.
Parêzgarê Îlamê Ehmed Keremî fermana lezgîn da qaymeqamên Dêhloran û Awdananê. Keremî xwest ku hemû derfetên dezgehên tenduristî û alîkariya lezgîn ên parêzgehê bên seferberkirin, da ku birîndar bi lez bên dermankirin.