Heyva Sor a Îraqê û IFRC: 1046 malbat ji lehiya Hewlêrê bandor bûn

Çi çêbû?
Li gorî rapora hevbeş a Komeleya Heyva Sor a Îraqê û Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor (IFRC), di lehiyên parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de pênc kes winda bûne. Herdu dezgehan herwiha ragihand ku zêdetirî hezar malbatan ji lehiyê zirar dîtiye. Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî got ku ev hejmar ne rast in û tu kes winda nebûye.
Roja 7ê Mijdarê barana xurt bandor li bajarê Hewlêrê kir. Li gorî rapora herdu dezgehan, meteorolojiyê pêşbînî kiribû ku herî zêde 30 milimetre baran bibare. Di raporê de hat diyarkirin ku baran li parêzgehê gihîşt 80 milimetreyan, li derdora bajêr jî gihîşt 120 milimetreyan.
Li gorî agahiyên Heyva Sor û IFRCyê, du kes jiyana xwe ji dest dan. Yek ji zarokek bû ku di ava lehiyê de xeniqî. Yê din jî welatiyekî xwebexş bû ku alîkariya tîmên rizgarkirinê dikir. Herdu dezgehan ragihand ku pênc kes winda ne û xebatên lêgerînê berdewam in. Li gorî raporê, 300 kes birîndar bûn yan jî pêwîstiya wan bi alîkariya bijîşkî hebû. Li gorî raporê, 1046 malbatên ku zirar dîtine bi giştî ji 6276 kesan pêk tên. Di raporê de hat diyarkirin ku lehiyê zirar gihand 466 cihên kar û 190 wesayîtan yan jî ew bi xwe re birin.
Di raporê de hat diyarkirin ku piraniya malbatên ku lehiyê malên wan girtine li van taxan dijîn:
| Lenge | 433 |
|---|---|
| Şêxelle | 252 |
| Şêx Ehmed | 226 |
| Brayetî | 135 |
| Teyrawe | 132 |
| Hewlêra Nû | 89 |
| Bacger | 48 |
| Erebkend | 24 |
Di raporê de hat ragihandin ku piştî karesatê komîteyeke hevbeş sê rojan zirar destnîşan kir. Navenda Hevbeş a Hevrêzkirina Krîzan, Komeleya Heyva Sor a Îraqê, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Rêveberiya Parastina Sivîl a Hewlêrê di komîteyê de cih girtin. Li gorî raporê, tîmên rizgarkirinê di dema lehiyê de 300 birîndar veguhestin. Tîm herwiha beşdarî paqijkirina malan ji heriyê bûn. Di raporê de hat ragihandin ku heta niha 250 pakêtên xwarinê, 1500 betanî û pêdiviyên bingehîn li ser 250 malbatan hatine belavkirin.
Parêzgar Omêd Xoşnaw roja Înê, 13ê Mijdarê, ragihand ku hejmarên raporê ne rast in. Li gorî Xoşnaw, ji ber lehiyan tu kesê winda nehatiye tomarkirin. Xoşnaw diyar kir ku lêkolînên zirarê di qonaxa dawî de ne. Parêzgar got ku hejmarên teqez û fermî dê di demeke nêz de werin ragihandin.