Helebce bi çalakiyan pêşwaziya salvegera 157emîn a qezabûna xwe dike

Çi çêbû?
Roja Sêşemê, 24ê Mijdara 2026an, li Helebceya Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera qezabûna bajêr a 157 sal berê çalakiyên hunerî û çandî tên lidarxistin.
Encumena Nûneran a Îraqê di 14ê Nîsana 2025an de, di rûniştineke xula xwe ya pêncemîn de, yasaya ku Helebceyê dike parêzgeh pejirand. 178 parlamenter beşdarî rûniştinê bûn. Yasa bi piraniya dengan derbas bû. Hat ragihandin ku dengên pêwîst bi hewldanên fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû fraksiyonên Kurdistanî hatine komkirin.
Yasa xwe dispêre birgeya yekem a madeya 61ê ya destûra Îraqê. Madeya yekem a yasayê Helebceyê li Herêma Kurdistanê dike parêzgeha 19emîn a Îraqê. Navenda parêzgehê dê qezaya Helebceyê be. Yasa ji roja weşandina xwe di rojnameya fermî Weqayiê Îraqî de dikeve meriyetê.
Pêşketina avedanî û nifûsa bajêr û qurbaniyên ku gelê wê dane di nav sedemên yasayê de ne. Bombebarana ku rejîma berê di Adara 1988an de bi çekên kîmyewî yên qedexekirî kiribû, li bajêr bûbû sedema windahiyên canî, malî û jîngehî.
Di nexşeya ku Wezareta Plandanînê ya Îraqê pejirandiye de, nahiyeyên Sîrwan, Xurmal, Biyare û Bemo di nav sînorên parêzgehê de ne. Hemû sînorê derve yê parêzgehê bi Îranê re ye. Sînorên wê yên navxweyî jî bi parêzgehên û Diyalayê re hevpar in. Parêzgeh ji qezayekê, çar nahiyeyan û 166 gundan pêk tê.
Serokkomarê wê demê yê Îraqê Dr. Letîf Reşîd di 29ê Nîsana 2025an de, di saet 11:35an de, ango saeta ku êrişa kîmyewî tê de dest pê kiribû, fermana komarî imze kir. Reşîd ferman radestî Nizar , berpirsê wê demê yê Mekteba Siyasî ya YNKê li Bexdayê û Serokkomarê niha yê Îraqê, û Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih kir. Yasa di 5ê Gulana 2025an de di Weqayiê Îraqî de hat weşandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 13ê Adara 2014an de wekî parêzgeha çarem a herêmê nas kiribû. Encumena Nûneran a Îraqê xwendina yekem a pêşnûmeyê di 2ê Nîsana 2023an de, xwendina duyem jî di 4ê Gulana 2023an de kir. Rûniştin pênc caran hatin paşxistin. Encumenê di 27ê Nîsana 2025an de yasa ji Serokatiya Komarê re şand.