Di êrişa DAIŞê ya li ser otobûseke leşkerî li Baxozê de kuştî û birîndar hene

Çi çêbû?
Li gorî nûçeya Kurdistan24, çekdarên DAIŞê li bajarokê Baxozê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê otobûseke servisa karmendan a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kir armanc. Hat ragihandin ku piştî êrişê li herêmê pevçûneke çekdarî derket. Hat gotin ku di pevçûnê de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.
Baxoz berê wekî keleha dawî ya DAIŞê li rojhilatê Sûriyeyê dihat naskirin. Êriş di demekê de pêk hat ku êrişên li dijî karmendên leşkerî li deverên cuda yên gundewarê Dêrezorê berdewam dikin.
Hat ragihandin ku ji destpêka sala 2026an ve hejmara êrişên li Sûriyeyê yên ku bi DAIŞê ve têne girêdan gihîştiye 79an. Hat diyarkirin ku di van êrişan de 62 kes jiyana xwe ji dest dane. Di nav de 46 leşker, 8 endamên DAIŞê û 8 sivîl hene. Yek ji leşkeran berpirsê ewlehiya diplomatik bû. Yek ji sivîlan jî zarokek bû.
Belavbûna êrişan li gorî parêzgehan wiha ye:
| Dêrezor | 44 |
|---|---|
| Heleb | 15 |
| Reqa | 10 |
| Hesekê | 4 |
| Idlib | 2 |
| Şam û gundewarê wê | 2 |
| Hims | 1 |
| Hama | 1 |
Herî zêde kes li Dêrezorê û Helebê jiyana xwe ji dest dan:
| Dêrezor | 22 |
|---|---|
| Heleb | 18 |
| Reqa | 13 |
| Hesekê | 5 |
| Idlib | 2 |
| Şam û gundewarê wê | 1 |
| Hama | 1 |
Li Dêrezorê 14 leşker, 2 endamên DAIŞê û 6 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Yek ji sivîlan zarok e. Li heman parêzgehê 15 kes birîndar bûn, 12 ji wan leşker û 3 jê sivîl in. Yek ji sivîlên birîndar jî zarok e.
Li Helebê 14 leşker, 3 endamên DAIŞê û sivîlek jiyana xwe ji dest dan. Li Helebê karmendekî Wezareta Parastinê jî birîndar bû. Li Reqayê 10 leşker û 3 endamên DAIŞê mirin, 7 leşker jî birîndar bûn. Li 5 leşker, li Idlibê jî 2 leşker jiyana xwe ji dest dan. Li Şamê û gundewarê wê sivîlek mir, kesekî din jî birîndar bû. Di êrişa li Himsê de 3 leşker birîndar bûn. Li Hamayê jî leşkerek mir, kesekî din jî birîndar bû.