Here naverokê
CîhanCîhan

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî: Di danûstandinan de pêşketin çêbûye

1 xulek xwendin
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî: Di danûstandinan de pêşketin çêbûye

Çi çêbû?

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku danûstandinên li Dohayê berdewam in û pêşketin çêbûye, lê hêj encameke dawî bi dest nehatiye.

Eraqçî di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê, 1ê Mijdara 2026an de got ku encama danûstandinan girêdayî helwesta aliyê din e. Wezîr got ku encama şêwirînên berdewam girêdayî wê bersivê ye ku aliyê din dê bide pirsên aboriya welatê wî. Eraqçî her wiha hêvî kir ku Amerîka bi awayekî maqûl tevbigere.

Çavkaniyeke nêzî mijarê jî ragihand ku şandeya danûstandinan a Îranê sê roj in li pey hev li Dohayê ye. Heman çavkaniyê diyar kir ku şandeya Îranê bi navbeynkarên Qeterî re di têkiliyê de ye da ku bigihîje peymanekê ku şerê bi Amerîkayê re bi dawî bîne.

Li gorî vê çavkaniyê, navbeynkarên Qeterî roja Înê, 30ê Cotmehê li Tehranê bi berpirsên Îranî re civiyan û paşê danûstandin birin Dohayê. Çavkaniyê da zanîn ku hevrêzkirina pêvajoyê di çarçoveya têkiliyên bi Washingtonê re tê birêvebirin.

Danûstandin di demekê de ne ku fikar hene alozî piştî hilbijartinên navbeynî yên Amerîkayê, ku ji bo 3ê Mijdarê hatine plankirin, hîn zêdetir bilind bibe.