Berdevkê Artêşa Îranê: Trump nikare şer rawestîne

Çi çêbû?
Berpirsekî leşkerî yê payebilind ê Îranê hişyarî da ku pevçûneke leşkerî ya nû ya bi Amerîkayê re dikare bibe şerekî dirêjxayen. Berdevkê artêşa Îranê, Lîwa Mihemed Ekremî Niya, got ku di pevçûneke wiha de Serokê Amerîkayê, Donald Trump, dê ne xwedî hêz be ku rêrewa şer diyar bike an jî mercên agirbestê ferz bike.
Ekremî Niya di daxuyaniyekê de ji televizyona dewletê ya Îranê re got ku dibe ku her şerekî pêşerojê ji pevçûnên berê dirêjtir bikişîne. Wî her wiha got ku Serokê Amerîkayê dê nikaribe diyar bike ka ew ê kengî û bi kîjan mercan wî şerî biqedîne.
Ev daxuyaniyên Ekremî Niya stratejiya Tehranê ya parastinê nîşan didin, ku li ser şandina peyamên tirsandinê yên pêşwext ji Waşingtonê re ava bûye. Bi vê nêzîkatiyê Îran hewl dide tekez bike ku her êrişeke li ser tesîsên wê yên leşkerî an navokî dê hêzên Amerîkayê bikişîne nav şerekî westandinê yê berfireh û herêmî. Di vî hesabî de Tehran pişta xwe dide hêza mûşekan û tora hevpeymanên xwe yên li herêmê.
Ev hişyarî di demekê de hat ku aloziya tûj a di têkiliyên Waşingtonê û Tehranê de berdewam e. Di navbera aliyan de li ser bernameyên navokî û mûşekan ên Îranê û li ser hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li avên Kendavê û li Rojhilata Navîn nakokiyên kûr hene. Di asta navneteweyî de jî fikar zêde dibin ku bûyerên li qadê dikarin ber bi pevçûneke rasterast ve biçin ku encamên wê nayên pêşbînîkirin.