Li Îranê wergirtina zanîngehê dereng ma, li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya wergirtinê daket

Çi çêbû?
Ji bo cara yekem di dîroka Îranê de, encamên ezmûna têketina zanîngehê û listeya berendamên serketî ji dîroka diyarkirî zêdetirî du mehan dereng hatin eşkerekirin. Hat ragihandin ku sedema derengmayînê şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re ye. Li gorî encamên hatine eşkerekirin, rêjeya bicihbûna xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê li zanîngehan li gorî salên berê bi awayekî berçav daket.
Pisporekî perwerdeyê li Rojhilatê Kurdistanê dibêje ku paşketina asta akademik a xwendekarên Kurd bi pandemiya koronavîrusê dest pê kir. Bi gotina wî, girtina dibistanan û derbasbûna bo perwerdeya li ser internetê bûn sedema vê daketinê. Pispor her wiha diyar dike ku di sala 2026an de ji ber şer rewş gihişt xala herî xirab.
Saziya perwerdeyê ya Qelemçî xwendekaran ji bo ezmûnên zanîngehê amade dike. Enwer Semedî, berpirsê şaxa wê ya li Merîwanê, ku girêdayî parêzgeha Kurdistanê ya Îranê ye, jî heman nêrîn anî ziman. Semedî piştrast kir ku kêmbûna hejmara kesên ku li Rojhilatê Kurdistanê ketine zanîngehê, piştî pandemiyê dest pê kir.
Şerê ku roja dawî ya Sibata 2026an dest pê kir û 40 rojan dom kir, wekî sedema sereke ya vê rewşê hat destnîşankirin. Bandorên şer hîn jî berdewam in. Encamên aborî yên şer li ser hemû welatiyan zexteke giran çêkir. Hat ragihandin ku van şert û mercên dijwar şopên derûnî yên kûr li ser xwendekaran hiştin.
Ewrîn Qadirî, ku li beşa endezyariya kompûterê ya Zanîngeha Hemedanê ya li Îranê hatiye wergirtin, behsa zehmetiyên ku dîtine kir û got ku vî şerê 40 rojan ji ber qutbûna internetê gelek zehmetî ji re çêkirin û ew negihiştin hin agahiyan. Qadirî her wiha got ku wê giringiyeke zêde neda vê rewşê û xwendina xwe domand.
Ji ber derengmayînê, xwendekarên ku di sala 2026an de li zanîngehan bi cih bûne, heta niha du mehên werza yekem ji dest dane. Tê çaverêkirin ku ew heta ku qeydkirin temam bibe û polên dersê vebin, mehek an du mehên din jî ji dest bidin. Xwendekarên ku niha di pola 12an de dixwînin jî ditirsin ku eger şer dîsa dest pê bike, sala bê rewş gelekî xirabtir bibe.