Alarma şêr li Stenbolê: Tîm ketin tevgerê
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Piştî ku agahiyek hat dayîn ku li Taxa Uskumrukoyê ya girêdayî navçeya Sariyerê ya Stenbolê şêrek hatiye dîtin, tîman li herêmê dest bi xebatê kir.
Agahî êvarê ji Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeyê re hat dayîn. Di agahiyê de hat gotin ku li taxê şêreke mê hatiye dîtin.
Mijar ji Birêvebiriya Parkên Neteweyî û Birêvebiriya Zabitayê ya Sariyerê re jî hat ragihandin. Li ser vê agahiyê tîm ketin tevgerê.
Tîmên ku gihîştin herêmê tomarên kamerayên ewlehiyê yên derdorê vekolîn. Di tomaran de dîmenên ajalekî hatin dîtin ku tê texmînkirin şêreke mê ye.
Tîma asayîşê ya cendirmeyê li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin. Tîmên cendirmeyê niştecihên derdorê hişyar kirin ku baldar bin.
Hat ragihandin ku xebatên tîman li herêmê berdewam dikin.