Li gorî dadweriya Îranê, li Kerecê sê girtiyên xwepêşandanan hatin îdamkirin
Çi çêbû?
Dadweriya Îranê bi rêya Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî xwe ragihand ku cezaya îdamê ya sê kesan bi navên Hesen Dîbend, Hemîd Kazimî û Reza Zengene li Kerecê hat bicihanîn. Daxuyanî roja Yekşemê, 8ê Mijdara 2026an, serê sibê hat dayîn.
Ev sê kes di nava kesan de bûn ku di dema xwepêşandanên meha Befranbarê ya sala 1404an (Berfanbara 2025an heta Rêbendana 2026an) de hatibûn binçavkirin. Li gorî rapora Mîzanê, li dijî wan hem biryara îdamê hem jî biryara desteserkirina hemû mal û milkên wan hatibû dayîn.
Li gorî heman raporê, sê welatî bi tawanên «beşdarbûna di lidarxistina operasyonan de bi navê rejîma Îsraîlê, Amerîkayê û grûpên dijber, beşdarbûna çalak û çekdarî di xwepêşandanan de, hilgirtina çekan, şewitandin û xerakirina milkê giştî, çêkirin û teqandina madeyên teqemenî û zirardayîna saziyên giştî, di nav de stasyoneke elektrîkê li yek ji herêmên Kerecê» hatibûn tawanbarkirin.
Biryarên îdamê piştî erêkirina Dadgeha Bilind a welêt hatin bicihanîn. Mîzanê ragihand ku heşt tawanbarên din ên heman dosyeyê jî bi pênc heta deh salan zindanê hatin cezakirin.
Heta dema amadekirina raporê, ti agahî derbarê pêvajoya dadweriyê ya dosyeyê, awayê birêvebirina danişînan, ka ev sê kes gihîştine parêzer an na û ka wan ji mafên din ên qanûnî sûd wergirtiye an na, nehat bidestxistin.