Di hilbijartinên Îsraîlê de hevrik û hevpeymanên Netanyahu derdikevin pêş

Çi çêbû?
Li Îsraîlê dengdêr dê di 27ê Cotmehê de ji bo hilbijartinên giştî deng bidin. Ev cara şeşemîn e ku welat ji sala 2019an vir ve diçe hilbijartinên giştî. Ev dê yekem hilbijartinên giştî bin piştî ku Îsraîlê Xezze dagir kir û bi Libnan û Îranê re ket şer. Sindoqên dengdanê piştî wê parlamentoyê tên danîn ku piştî 38 salan bû yekem parlamentoya ku dema erkê xwe ya çar salan temam kir.
Serokê Partiya Lîkûdê Binyamin Netanyahu (77), serokwezîrê welat e ku herî dirêj di erkê de maye. Alîgirên wî siyasetên wî yên ewlehî û aboriyê û têkiliya wî ya nêzîk a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re derdixin pêş. Di tomareke têlefonê de ku Netanyahu li X'ê parve kir, Trump piştgiriya xwe ya ji bo wî di hilbijartinê de anî ziman. Trump pêşbînî kir ku Netanyahu dê serkeftineke mezin bi dest bixe. Netanyahu ji ber qelsiyên ewlehî û îstîxbaratê yên berî êrişên 7ê Cotmeha 2023an rexneyên giran werdigire. Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di sala 2024an de, bi hinceta ku li Xezzeyê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, biryara girtina wî derxist.
Serokê berê yê Erkana Giştî Gadi Eisenkot (66), serokê Partiya Yashar! a navendî û hevrikê herî xurt ê Netanyahu ye. Piştî êrişên 7ê Cotmehê, ew wekî çavdêr beşdarî kabîneya şer bû. Heşt meh şûnde, wî Netanyahu tawanbar kir ku stratejiyeke wî ya zelal tune ye û ew ji erkê xwe vekişiya. Ew xwe wekî alternatîfeke nermtir dide nasîn, lê di siyaseta ewlehiyê ya li hemberî Filistîniyan de xeta hişk diparêze. Eger hikûmetê ava bike, dikare bibe yekem serokwezîrê Îsraîlê yê bi eslê xwe Mizrahî.
Serokwezîrê berê Naftali Bennett (54), bi Yair Lapid re li serê lîsteya hevpar a Beyachad e. Bennett li dijî çareseriya du dewletan derdikeve û li Şerîeya piştgiriya niştegehên nû dike. Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben-Gvir (50), Partiya rastgira tundrew Otzma Yehudit bi rê ve dibe. Ben-Gvir, bi gotina xwe, koça bi dilxwazî ya nêzîkî du milyon Filistîniyan diparêze.
Serokê Lîsteya Erebî ya Yekbûyî (Ra'am) Mansur Abbas (52), ji sala 2019an vir ve di her hilbijartinê de ketiye Knessetê. Ra'am bû yekem partiya Erebî ku beşdarî koalîsyoneke hikûmetê ya Îsraîlê bû. Abbas fermandarê berê yê polîsan Yoav Segalovitz di lîsteya berendaman de xiste rêza duyem. Nayê payîn ku tu partî bi tena serê xwe bigihîje piraniya pêwîst ji bo avakirina hikûmetê. Ji ber vê sedemê, helwesta partiyên biçûk di danûstandinên koalîsyonê de dê giring be.