Platforma Em ê Jinkujiyê Rawestînin kuştina 20 jinan ragihand

Çi çêbû?
Platforma Em ê Jinkujiyê Rawestînin rapora xwe ya li ser tundiya li dijî jinan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Li gorî rapora platformê, di Cotmeha îsal de 20 jin hatin kuştin. Di heman mehê de 39 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Rapor bikerên kuştinan jî destnîşan dike. Li gorî agahiyên platformê, pênc jin ji aliyê hevserên xwe ve, çar jin jî ji aliyê evîndarên xwe ve hatin kuştin. Çar jin jî bi destê hevserên xwe yên berê jiyana xwe ji dest dan. Jinek ji aliyê bavê xwe ve, sê jin jî ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. Sê jin ji aliyê kesên ku nasnameya nediyar e ve hatin kuştin.
Di raporê de cihên ku kuştin lê hatine kirin jî hatine diyarkirin. Li gorî platformê, neh jin di malên xwe de hatin kuştin. Çar jin li deverên çol, sê jin jî li kolanê hatin kuştin. Du jin li cihê kar, du jin jî di erebeyekê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya platformê, ji jinên ku hatin kuştin 18 li bajarên Tirkiyeyê, du jî li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde kuştin li Îzmîr û Aydinê hatin kirin. Li van her du parêzgehan şeş jin hatin kuştin. Kuştinên li Bakurê Kurdistanê li Meletiyê û Amedê qewimîn.
Raporê rêbazên ku hatin bikaranîn jî derxistin holê. Li gorî platformê, 15 jin bi çekên agirîn, sê jin jî bi kêrê hatin kuştin. Jinek bi xeniqandinê, jinek jî bi şewitandinê hat kuştin.
Li gorî statîstîkên platformê, hejmara jinên ku di şeş salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin kuştin ev e:
| 2020 | 300 |
|---|---|
| 2021 | 367 |
| 2022 | 398 |
| 2023 | 315 |
| 2024 | 297 |
| 2025 | 294 |