Hana Human Rights: Parêzvanê sînor Wehîd Seferî xwe kuşt
1 xulek xwendin
Çi çêbû?
Li gorî agahiyên Hana Human Rights (Hana), Wehîd Seferî dawî li jiyana xwe anî. Ew ji Serpêlî Zehawê ye, ku girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Seferî di yekîneya parêzvanên sînor a li Qesrê Şîrînê de kar dikir. Qesrê Şîrîn jî girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ye.
Hanayê ragihand ku zextên fermandariya vê dezgeha leşkerî bûne sedema xwekuştina Seferî.
Li gorî rapora Hanayê, zexta berdewam a fermandariyê û veguhastina bi zorê ya ku di dema xizmetê de hatibû ferzkirin, di nav sedemên xwekuştinê de bûn.
Hanayê da zanîn ku heta saeta weşandina raporê, derbarê dem û hûrguliyên bûyerê de ti agahiyeke din negihîştiye wê.