Here naverokê
CîhanCîhan

Pîskoposên Katolîk li Ofîsa Oval ji bo Trump dua kir

1 xulek xwendin
Pîskoposên Katolîk li Ofîsa Oval ji bo Trump dua kir

Çi çêbû?

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî pêşwazî li şandeyeke serpîskopos û pîskoposên Katolîk kir. Hevdîtin di heyama berî hilbijartinên nîvê dewrê de pêk hat, ku dê di 3ê Mijdara 2026an de li welêt bên kirin.

Berpirsa Qesra Spî Margo Martin dîmenên hevdîtinê li ser medyaya civakî parve kirin. Di tomaran de xuya bû ku mirovên olî li Ofîsa Oval li dora Trump kom bûn û dua kir. Van kêliyan li ser medyaya civakî baleke berfireh kişand.

Di dema duayê de mirovên olî got ku ew ji bo neteweya xwe, hikûmeta xwe, vê postê û serokatiya xwe spas dikin. herwiha got ku ew hêvî dikin Ruhê Pîroz welatê wan hembêz bike û ji her cure xerabiyê biparêze.

Siyaseta Amerîkayê di qonaxeke germ û qelebalix re derbas dibe. Şerê berdewam ê bi Îranê re û bilindbûna bihayên sotemeniyê di nav welatiyên Amerîkayê de bertekeke xurt derxist holê. Dema ev pirsgirêk hê didomin, welat dê biçe ser sindoqan.

Di dengdana 3ê Mijdarê de, hemû 435 kursiyên Meclîsa Nûneran dê ji nû ve bên hilbijartin. Li Senatoyê jî dê ji bo 35 kursiyan deng bê dayîn. Ji bilî van, dê li 36 eyaletan hilbijartinên walîtiyê bên lidarxistin. Dengder dê ji bo organên qanûndanînê yên eyaletan û rayedarên herêmî jî deng bidin.