Here naverokê
BaşûrSiyaset

Serokê PDKê Mesûd Barzanî, heyeta Xemîs el-Hencer qebûl kir

1 xulek xwendin
Serokê PDKê Mesûd Barzanî, heyeta Xemîs el-Hencer qebûl kir

Çi çêbû?

Serokê PDKê Mesûd Barzanî, roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmama ser bi Hewlêrê, Xemîs el-Hencer û heyeta pê re qebûl kir.

Di civînê de, rewş û zehmetiyên giştî yên ku Îraq di qonaxa pêş de rû bi rû ye hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan hewldanên ji bo peydakirina aramiyê li welêt jî gotûbêj kirin.

Di qebûlê de her wiha pêşeroja Îraqê piştî bidawîhatina erkê hêzên hevpeymaniya navneteweyî hat nirxandin. Têkiliyên hevrêzî û hevkariyê yên di navbera hêz û aliyên siyasî yên Îraqî de jî hatin rojevê.