Fraksiyona PDKê: Em amade ne ku parlamentoyê bixebitînin

Çi çêbû?
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê, roja Pêncşemê 22ê Cotmeha 2026an bang li hemû aliyan kir. Fraksiyonê ji partiyên ku di parlamentoyê de nûnertiya heye xwest ku ji bo ji nû ve destpêkirina rûniştinan gavên berbiçav bavêjin. Fraksiyona PDKê ragihand ku bi temamî amade ye parlamentoyê bixebitîne.
Parlamenterê PDKê Merd Elî Xale li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, li ber avahiya parlamentoyê konferanseke çapemeniyê li dar xist. Xale got ku berpirsiyariya ji nû ve xebitandina parlamentoyê dikeve ser milê Tevgera Nifşê Nû, ji ber ku serokê rûniştina yekem ji vî aliyî ye. Wî got ku loma ew ji wan dixwazin ku xwe ji bo ji nû ve destpêkirina rûniştinan amade bikin. Wî her wiha got ku ew ji aliyê xwe ve bi temamî amade ne ku Parlamentoya Kurdistanê bixebitînin. Wî got ku ew bang li hemû fraksiyonên ku ji bo Desteya Serokatiyê berbijarên wan hene jî dikin ku ji bo hilbijartina desteyê beşdarî rûniştinê bibin.
Xale diyar kir ku Tevgera Nifşê Nû bi aliyekî siyasî yê ku di hikûmetê de cih digire re hevpeymanî ragihandiye û êdî ne di opozisyonê de ye. Li gorî Xale, heta niha derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tu pêşketin tune ye. Xale got ku Parlamentoya Kurdistanê cihê rastîn e ku dengê gel lê tê temsîlkirin û karên yasayî lê têne meşandin. Xale her wiha got ku fraksiyona herî mezin a PDKê ye û fraksiyon destê hevkariyê dirêjî hemû kesên ku dixwazin rûniştin ji nû ve dest pê bikin dike. Xale her wiha da zanîn ku hîn hevpeymaniyeke fermî nehatiye ragihandin.
Fraksiyona PDKê roja Sêşemê 20ê Cotmeha 2026an, di duyemîn salvegera hilbijartinan de daxuyaniyek belav kiribû. Fraksiyonê di wê daxuyaniyê de daxwaz kiribû ku parlamento yekser bê xebitandin û Desteya Serokatiyê bê hilbijartin.
Hilbijartinên şeşemîn ên Parlamentoya Kurdistanê di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a federal de pêk hatin. Dengdana taybet di 18ê Cotmeha 2024an de, dengdana giştî jî di 20ê Cotmeha 2024an de pêk hat. Li çar herêmên hilbijartinê ji bo 100 kursiyan pêşbazî pêk hat. Rêjeya beşdariyê ji sedî 72 bû û 2.087.972 dengder çûn ser sindoqan. Li gorî encamên dawî yên ku komîsyonê pejirandin, kursî bi vî awayî hatin dabeşkirin:
| PDK | 39 |
|---|---|
| YNK | 23 |
| Tevgera Nifşê Nû | 15 |
| Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê | 7 |
| Rewta Helwêst | 4 |
| Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê | 3 |
| Eniya Gel | 2 |
| Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê | 1 |
| Goran | 1 |