PDK mafê gelê Şingalê yê diyarkirina çarenûsa xwe diparêze

Çi çêbû?
Roja Pêncşemê, 29ê Cotmeha 2026an, Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Nînewayê li ser rewşa navçeya Şingalê ya girêdayî parêzgeha Nînewayê û mafê biryardanê yê Êzidiyan daxuyaniyek belav kir.
PDKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu alî nikare li şûna Êzidiyan çarenûsa diyar bike. Partiyê her wiha pêşniyar kir ku di nava civaka Êzidî de dengdaneke gelêrî were lidarxistin.
Nivîsgehê bersiv da wan aliyên ku partiyê kirine hedef û got ku demeke ye komek kesayet û alî derketine holê ku xwe xwedî maf dibînin derbarê rewşa Şingalê û çarenûsa xwişk û birayên Êzidî de daxuyaniyên bêberpirsiyar bidin û nêrînên neguncav bînin ziman. Nivîsgehê her wiha got ku ew tîrên dijminatiyê ber bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ve diavêjin.
Nivîsgeha Rêxistinê ya PDKê li Nînewayê helwesta berê ya partiyê jî bi bîr xist û got ku di hemû qonaxan de û di her şert û mercî de Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye parêzvana sereke ya berjewendiyên Şingalê û birayên Êzidî. Nivîsgehê got ku partiyê ev wek erkekî niştimanî û neteweyî yê ku ketiye ser milên wê dîtiye û dê di parastina wan de vê rêyê bidomîne.
Di daxuyaniyê de li hember hewldanên desteserkirina îradeya civaka Êzidî hişyariyeke tund jî hebû. Nivîsgehê di vê derbarê de diyar kir ku tenê mafê gelê Şingalê û Êzidiyan bi xwe heye ku çarenûsa xwe diyar bikin û pêşeroja xwe xêz bikin. Nivîsgehê her wiha got ku mafê tu kes an aliyekî din tune ye ku li şûna wan li ser çarenûsa wan biryarê bide an rê û ferzên diyarkirî bi ser wan de bisepîne.
Partiyê bang li wan aliyan kir ku derbarê Şingalê de daxuyaniyan didin û got ku eger ew bi rastî rewşa Şingalê û Êzidiyan giring dibînin, bila di nav xwişk û birayên Êzidî de referandûmeke giştî were lidarxistin. Partiyê her wiha got ku çi biryar bidin jî, divê hemû alî soz bidin ku bi bijardeyên wan ve girêdayî bimînin û rêzê li îradeya wan bigirin.
Nivîsgehê di dawiya daxuyaniyê de got ku ji bilî vê, tu kes an alî nikare xwe wek wesî an berdevkê çarenûs û pêşeroja Êzidiyan îlan bike û destwerdanê di karûbarên wan ên taybet de bike.