Heşda Şeibî: Êrişa DAIŞê ya li Hewîceyê hate pûçkirin

Çi çêbû?
Desteya Heşda Şeibî ragihand ku êrişeke çekdarên DAIŞê li qezaya Hewîceyê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê ya Îraqê pûç kiriye. Li gorî daxuyaniya Desteyê, çekdaran di dema êrişê de kamerayeke germbîn a hêzên ewlehiyê kirin armanc.
Desteya Heşda Şeibî daxuyaniya xwe êvara Pêncşemê, 22ê Cotmeha 2026an belav kir. Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên Lîwaya 61emîn a Heşda Şeibî li herêma Denadîş a li bakurê qezaya Hewîceyê rûbirûyî êrişeke bermayiyên DAIŞê bûne.
Desteyê her wiha behsa çawaniya êrişê kir û got ku çekdarên DAIŞê di dema êrişê de kamerayeke germbîn a hêzên ewlehiyê kiriye armanc, lê piştî bersiva bilez a hêzên Heşdê, çekdar reviyane cihekî nediyar.
Heşda Şeibî her wiha ragihand ku tu windahî çênebûye û di vê pevçûnê de tu karmend nehatiye kuştin û birîndar nebûye. Heşdê da zanîn ku niha herêm bi tevahî di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya li Kerkûkê jî heman rojê got ku çekdaran di nav sînorên Hewîceyê de kamerayeke germbîn a Lîwaya 61emîn kiriye armanc.
Demek e çekdarên DAIŞê êrişî xalên çavdêriyê dikin. Hat ragihandin ku armanca van êrişan qelskirina şiyana hêzên ewlehiyê ye ji bo dîtina tevgerên çekdaran. Her wiha hat gotin ku armanc ew e ku riya êrişên berfirehtir jî vebe.
5ê Cotmehê, di êrişeke din a DAIŞê de li Hewîceyê karmendek jiyana xwe ji dest da. Di heman êrişê de sê karmendên din ên Polîsê Federal jî birîndar bûn. 6ê Cotmeha 2026an jî careke din gule li kameraya germbîn a çavdêriyê ya li xaleke hevbeş a Polîsê Federal û Heşda Şeibî hatin reşandin.
Hewîce li başûrê rojavayê Kerkûkê ye. Tevî ku bi salan e ji destê DAIŞê hatiye derxistin, hîn jî di nav herêmên bi xeter de tê hesibandin.