Mamosteyeke zimanê kurdî li Kerkûkê: Rêveberê dibistanê rê li dersa min digire

Çi çêbû?
Mamosteyeke zimanê kurdî ya ku li dibistaneke amadeyî ya xwendina erebî li Kerkûkê kar dike, ragihand ku ji aliyê rêveberê dibistanê ve bi berdewamî rê lê tê girtin. Wê diyar kir ku rêveberî dersa kurdî ji bernameya dersan derxistiye. Wê ji Wezîrê Perwerdeyê xwest ku bilez çareseriyekê ji pirsgirêkê re bibîne.
Zimanê kurdî li dibistanên xwendina erebî yên Kerkûkê, di polên 10 û 11an de wek dersa bijarte tê xwendin. Lê mamosteyeke zimanê kurdî anî ziman ku rêveberê dibistanê destûrê nade wê ku vê dersê bide û her tim astengiyan derdixe pêşiya wê.
Îbtisamê, ku li Amadeyiya Îrfan a Kerkûkê mamosteya zimanê kurdî ye, got ku rêveber tenê ji ber zimanê kurdî li dijî wê derdikeve. Îbtisam dibêje ku rêveberê dibistana wê tenê ji ber zimanê kurdî gelekî li dijî wê derdikeve û rêveber dibêje ku divê zimanê kurdî bi tu awayî li vê dibistanê nemîne.
Îbtisamê her wiha got ku rêveberî dersa kurdî ji bernameya rojane ya dersan rakiriye. Mamoste dibêje ku ew wek dizekê dikeve polan û di dersên werzişê û hunerê de dersa kurdî dide, lê rêveber li polan digere û li kîjan polê wê bibîne, wê jê derdixe derve.
Mamosteyê da zanîn ku tevî ku xwendekar ereb in û li dibistanê xwendekarên kurd tune ne jî, xwendekar dixwazin zimanê kurdî fêr bibin. Wê her wiha diyar kir ku bi berdewamî fermanên veguhastinê ji bo wê têne derxistin. Îbtisamê daxwaz kir ku Wezîrê Perwerdeyê û aliyên pêwendîdar bilez destwerdanê bikin û çareseriyekê ji vê mijarê re bibînin. Di çavkaniya nûçeyê de bersiva rêveberê dibistanê ya li ser îdiayan cih negirtiye.