Here naverokê
BaşûrSiyaset

Artêşa Îraqê: Wesayîta gumanbar a li Kerkûkê ya endamên DAIŞê bû

1 xulek xwendin
Artêşa Îraqê: Wesayîta gumanbar a li Kerkûkê ya endamên DAIŞê bû

Çi çêbû?

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, êvara Înê, 13ê Mijdarê, li sînorê nahiyeya Pirdê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê dengên giran ên çekan hatin bihîstin. Dengên çekan nêzîkî saet 20.30an bilind bûn. Hate ragihandin ku di heman demê de gelek hêzên ewlehiyê ber bi sînorê nahiyeyê ve hatin şandin.

Li gorî zanyariyên istixbaratî yên artêşa Îraqê, wesayîteke gumanbar a ku berêvara Înê li Pirdê hatibû dîtin, ya endamên DAIŞê bû. Li gorî istixbarata artêşa Îraqê, kesên di wesayîtê de dixwestin di ser Pirdê re derbasî herêmên Qerasalim û Dermanavê bibin.

Hate gotin ku dema dengên çekan dihatin bihîstin, helîkoptereke artêşa Îraqê li ser herêmê difiriya. Hate ragihandin ku guman hebû ku di navbera artêşa Îraqê û çekdaran de pevçûn derketibe.

Hate gotin ku hêzên ewlehiyê li pey wesayîta gumanbar ketin. Her wiha hate ragihandin ku wesayît bi dronê dihat şopandin. Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê li cihê bûyerê bû. Yekîneyeke taybet a artêşa Îraqê û tîmeke girêdayî hêzên Dijtêrorê yên Îraqê jî li herêmê bûn. Hate ragihandin ku van hêzan pêşketin ji nêz ve dişopandin.

Rêya ku Kerkûkê bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ve girê dide, di dema bûyerê de demekê li ber hatin û çûnê hate girtin. Hêzên artêşa Îraqê ji bo parastina ewlehiya welatiyan rê girt. Hate ragihandin ku rêya -Hewlêrê ji nêzîkî saet 20.30an ve dîsa ji bo hatin û çûnê hate vekirin.