Here naverokê
BaşûrAborî

Li Kerkûkê xwediyên muwelideyan li dijî kêmkirina bihayê amperê ketin grevê

2 xulek xwendin
Li Kerkûkê xwediyên muwelideyan li dijî kêmkirina bihayê amperê ketin grevê

Çi çêbû?

Roja Duşemê, 2ê Mijdara 2026an, li bajarê Kerkûkê, navenda parêzgeha Kerkûkê, xwediyên muwelideyên taybet ketin grevê. Sedema grevê kêmkirina bihayê elektrîka muwelideyan bû. Piştî ku muwelide hatin vemirandin, piraniya bajêr bê elektrîk ma.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şwanî ragihand ku di xwepêşandanên welatiyan de sê karmendên ewlehiyê bi keviran birîndar bûn. Li gorî Şwanî, di xwepêşandanên ku şeva 1ê Mijdarê dest pê kirin de kevir li hêzên ewlehiyê hatin avêtin.

Şwanî li ser rewşa dawî dibêje ku niha xwepêşandana welatiyan rawestiyaye, lê xwepêşandana xwediyên muwelideyan li ber avahiya parêzgehê dest pê kiriye. Ew her wiha dibêje ku xwediyên muwelideyan dibêjin ji ber ku bihayê amperekê ji 18 hezar dînaran daket 13 hezar dînaran, ew dê zirarê bibînin.

Berdevk diyar kir ku ji ber grevê li piraniya herêmên Kerkûkê elektrîk qut bûye. Şwanî dibêje ku hêzên ên ewlehiyê li cihên xwepêşandanan amade ne û ji nêz ve rewşê dişopînin.

Nerazîbûn bi konferansa rojnamevanî ya Hawrê Zengene, berpirsê îdarî yê Qeymeqamiya Kerkûkê, di 1ê Mijdarê de dest pê kirin. Zengene di wê konferansê de ragihandibû ku bihayê amperekê elektrîka muwelideyan ji bo meha Cotmehê li hemû tax û herêmên Kerkûkê 18 hezar dînar hatiye çespandin. Li ser vê daxuyaniyê, şeva 1ê Mijdarê li hin taxên bajêr welatî rijiyan kolanan.

Qeymeqamiyê di 2ê Mijdarê de bihayê mehane yê amperekê pêşî daxist 15 hezar dînaran. Gava xwepêşandan berdewam bûn, biha daxist 13 hezar dînaran. Xwediyên muwelideyan ku ji vê biryarê hêrs bûbûn, muwelideyên xwe vemirandin û li ber avahiya parêzgehê kom bûn.

Encumena Parêzgeha Kerkûkê jî ji bo gotûbêja bihayan biryara civîneke awarte da. Hesen Mecîd, serokê fraksiyona PDKê ya li encumenê, ragihand ku Mihemed Hafiz, serokê encumenê, nivîsarek ji endaman re şandiye. Li gorî Mecîd, Hafiz bi hinceta ku biha barekî giran dixe ser milê welatiyan, civîneke lezgîn xwestiye. Li gorî nivîsara Hafiz, hatibû plankirin ku civîn di 2ê Mijdarê de saet 10:00an pêk were. Her wiha hat ragihandin ku di pevçûnên navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de pênc polîs birîndar bûne.