KMCAyê çaya ginseng û qehwe ji bazarê vekişandin

Çi çêbû?
Li Herêma Kurdistanê, rêveberiya ku berpirsiyara hawirdekirin, hilberandin û tomarkirina derman, kelûpelên bijîşkî û amûran e (KMCA), roja Yekşemê ragihand ku sê berhem vekişandine. Berhemên ji bo kêmkirin û zêdekirina kîloyan ji bazarên herêmî û ji dermanxaneyan hatin vekişandin. Li gorî daxuyaniya KMCAyê, ew berhem çaya ginseng, qehweya Roma û qehweya Milano ne.
Li gorî daxuyaniya rêveberiyê, hatiye selimandin ku di van berheman de madeya kîmyewî ya xeternak û veşartî, sibutramin, heye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev made ji bo tenduristiya bikarhêneran gefeke rasterast e.
Îsa Ebdurrehman Îsa, berpirsiyarê yekeya hişyariya dermanan û tenduristiyê ya rêveberiyê, got ku biryar di çarçoveya şopandina qadê ya berdewam a tîmên ku çavdêriya bazarê û berhemên temamker dikin de hatiye dayîn. Îsa got ku nimûneyên ku ji berheman hatine girtin, di laboratuwarên rêveberiyê de bi hûrgilî hatine analîzkirin. Li gorî gotinên Îsa, şirketên hilberîner an hawirdekar bêyî ku li ser pakêta derve tu agahî bidin, madeya sibutramin li berheman zêde kiriye.
Îsa diyar kir ku ev made di dil û sistema gera xwînê de dibe sedema tevliheviyên giran û tansiyona xwînê bilind dike. Îsa herwiha hişyarî da ku ev made dikare bibe sedema krizên dil û mêjî.
Rêveberiyê bang li hemû welatiyan kir ku yekser dev ji bikaranîna van berheman berdin. Rêveberiyê ji dermanxane û embarên dermanan xwest ku berheman ji refikan rakin. Rêveberiyê herwiha ragihand ku kesên pabendî rêsayan nebin, dê rûbirûyî tedbîrên yasayî yên tund bibin.
Îsa di bersiva pirseke li ser nîşana kalîteyê ya ku berheman berê wergirtibû de ragihand ku vekişandin li ser bingeha nirxandinên zanistî ye yên ku piştî derxistina berheman bo bazarê hatine kirin. Îsa got ku her çend berheman ceribandinên destpêkê derbas kiribûn jî, çavdêriya berdewam û analîza ji nû ve xerabûna pêkhateyên wan selimand.
Rêveberiyê bang li welatiyan kir ku xwe ji kirîna berhemên ziravkirinê bêyî çavdêriya bijîşkî bi rêya medyaya civakî an malperên kirînê yên serhêl dûr bigirin. Ji kesên ku berê ev berhem bi kar anîne û tûşî pirsgirêkên tenduristiyê bûne hat xwestin ku serî li nexweşxaneyê bidin.
Madeya sibutramin di sala 2010an de ji aliyê Dezgeha Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) û welatên Yekîtiya Ewropayê ve bi fermî hatibû qedexekirin. Ev qedexe piştî wê hatibû danîn ku lêkolînên klinikî selimandin ku ev made metirsiya krizên dil û mêjî zêde dike.