Here naverokê
BakurSiyaset

Yek ji damezrînerên Koma Amed, Birkan Çelîk jiyana xwe ji dest da

1 xulek xwendin
Yek ji damezrînerên Koma Amed, Birkan Çelîk jiyana xwe ji dest da

Çi çêbû?

Birkan Çelîk, yek ji damezrînerên Koma , jiyana xwe ji dest da. Çelîk li mala xwe ya li navçeya Selîmê ya girêdayî parêzgeha Qersê krîza dil derbas kir.

Piştî ku haya malbata wî ji rewşê çêbû, Çelîk hat birin nexweşxaneyê. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî, jiyana Çelîk nehat rizgarkirin.

Termê Çelîk dê bê birin gundê Baskoyê yê girêdayî Selîmê, ku warê wî ye. Piştî merasîma ku dê li gund bê lidarxistin, Çelîk dê roja Şemiyê, 31ê Cotmeha 2026an bê definkirin.

Koma Amed di salên 1990î de hatibû damezrandin.