Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Tunêla Mewranê vekir

Çi çêbû?
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Pêncşemê, 5ê Mijdara 2026an, rêya Korê-Şeqlawe-Qendîlê ji bo hatûçûnê vedike. Ev rê di Şeqlaweyê re derbas dibe. Şeqlawe ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye. Di heman merasîmê de tunêlên Mêrawe û Mawranê jî dikevin xizmeta welatiyan û ajokaran.
Hat ragihandin ku proje li gorî standardên navneteweyî yên endezyariyê ji aliyê endezyarên herêmî ve hatiye cîbicîkirin. Tê payîn ku rê qerebalixiya trafîkê û qezayan kêm bike. Hat destnîşankirin ku ev rêgeh dê ji bo Hewlêra paytext û Herêma Kurdistanê bibe deriyekî nû yê bazirganî û geştyariyê.
Dirêjahiya rêyê 10 kîlometre û firehiya wê 28 metre ye. Li her alî du şerîd hene. Li ser rêgehê sê xaçerê hene, ku ji du derbasgehên jêrîn û derbasgeheke jorîn pêk tên. Dirêjahiya Tunêla Mawranê 1240 metre ye, ya Tunêla Mêraweyê jî 38 metre ye. Di tunêlan de kamerayên ewlehiyê yên ku 24 saetan kar dikin, hewadana otomatîk, tabeloyên hişyariyê, pergalên vemirandina agir û ronahîkirinê hene.
Ji bo pêşî li komebûna avê bê girtin, di bin rêyê de bi giştî nêzîkî 1200 metre kanalên betonî hatin danîn. Li dijî şemitîna çiya û quntaran, li 14 xalan dîwarên piştgiriyê hatin avakirin. Ji ber ku erd bilind û nizm e, li heşt xalan erd bi stûnên ku dirêjahiya di navbera 16 û 40 metreyan de ye hat xurtkirin. Laşê rêyê ji sê qatên asfaltê pêk tê. Di du qatên jorîn de materyalên polîmer hatin bikaranîn.
Li navenda rêyê, ji bo tirêlên giran ên ku arîze dibin an kontrola xwe winda dikin, şerîdeke rewşa awarte hat çêkirin. Hat ragihandin ku ev sêwiran li Herêma Kurdistanê û Îraqê cara yekem e.
Proje ji herêma pîşesaziyê ya Şeqlaweyê dest pê dike û li Tunêla Mêraweyê bi dawî dibe. Rê beşek ji rêgeheke navneteweyî ye ku Hewlêrê bi Komara Îslamî ya Îranê ve girê dide. Rêgeh herwiha Hewlêrê bi Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û deverên geştyarî yên herêmê ve girê dide. Tê payîn ku rêwîtiya di navbera û Soranê de nêzîkî 15 deqîqeyan kurt bibe. Hat destnîşankirin ku rêya nû dê qerebalixiya trafîkê ya li bajarokê Şeqlaweyê bi awayekî berçav kêm bike. Hat gotin ku bi vî awayî rê dê taybetmendiya geştyarî ya bajarokî biparêze.