Here naverokê
BaşûrAborî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 8 milyar dolar li geştyariyê veberhênan kir

2 xulek xwendin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 8 milyar dolar li geştyariyê veberhênan kir

Çi çêbû?

Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema erkê xwe de nêzîkî 8 milyar dolar li geştyariyê veberhênan kir. Kabîneyê geştyarî kir yek ji stûnên sereke yên aboriyê. Wê li her çar aliyên herêmê dest bi cîbicîkirina gelek projeyên stratejîk kir.

Li gorî jimareyên fermî yên hatine eşkerekirin, geştyarî bi pişka ji sedî 44ê di tevahiya sermayeya veberhênanê de ket pêşiya hemû sektoran. 118 projeyên geştyariyê, ku nirxê ê giştî 7 milyar û 913 milyon û 550 hezar û 188 dolar e, îcazet wergirt. Hikûmetê biryar da ku 118 projeyên din ên bi budçeya 48 milyar û 742 milyon û 327 hezar û 115 dînarî bên cîbicîkirin.

Armanca Projeya Xeta Jiyanê ya li navenda bajarê Hewlêrê ew e ku metirsiya lehiyê kêm bike û dîmenekî kesk û geştyarî bide bajêr. Projeya Kembera Kesk deverek bi firehiya 2 kîlometreyan li derveyî Rêya Derdorê ya 150 Metreyî digire nav xwe. Di projeya heşt qonaxî de dê 7,7 milyon şitil bên çandin û 10 golên avdanê bên çêkirin. Qonaxa yekem temam bû, qonaxa duyem berdewam e. Di nûkirina Keleha Hewlêrê û Bazara Qeyseriyê de jî gavên giring hatin avêtin. Rê û sazgehên geştyariyê yên ku li Îdareya Soranê hatin çêkirin, Bêxal, Geliyê Elî Beg û Çiyayê Korekê bi hev ve girêdan.

Li Zaxoyê, li ser Çemê Xabûrê, Kornîşa Zaxoyê bi nêzîkî 24 milyar dînaran tê avakirin. Di projeyê de qadên kesk, rêyên meşê, xwaringeh û keştiyên geştê hene. Qonaxa yekem qediya, qonaxa duyem berdewam e. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Telefrîka Çiyayê Zava ya 30 milyon dolarî vekir. Telefrîk bi bilindahiya 500 metreyan û dirêjahiya zêdetirî 3 hezar û 300 metreyan di nav mezintirîn veberhênanên geştyariyê yên herêmê de ye. Armanca projeya Geliyê Zaxoyê ew e ku beşa çiyayî ya Zaxoyê vebiguherîne bajarekî geştyariyê yê nûjen. Pira Delal û Qişleya Zaxoyê hatin nûkirin û bi kornîşê re bûn beşek ji navendeke geştyariyê ya yekgirtî.

Li Silêmaniyê û Helebceyê qadên geştyariyê yên Dûkanê û Ehmedawayê hatin pêşxistin. Li Dûkan, Qeredax û Helebceyê gelek projeyên giştî û taybet ên ku otêl, gundên betlaneyê û binesaziyê dihewînin, îcazet wergirt û hatin cîbicîkirin. Bi dehan rêyên ku qadên geştyariyê yên , Raperîn û Germiyanê bi navendên bajaran ve girê didin, hatin çêkirin an jî nûkirin.

Di dema kabîneyê de 13 projeyên arkeolojiyê yên bi budçeya 653 milyon û 643 hezar û 900 dînarî hatin pejirandin. Zanîngeh û rêxistinên navneteweyî jî bi dehan projeyên kolandin û lêkolînê bi rê ve birin.