Herêma Kurdistanê û Îraq budceya sala 2027an zelal dikin
Çi çêbû?
Şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo pêşnûmeyasaya budceya 2027an bi Wezîrê Darayî yê Îraqê, Falih Sarî re hevdîtinê bike. Armanca hevdîtinê ev e ku guhertin di pêşnûmeyê de bên kirin û para Herêma Kurdistanê yekalî bibe.
Li gorî zanyariyên ku Kurdistan24 bi dest xistine, şanda danûstandinê şeva Înê, 23ê Cotmehê gihaşt Bexdayê, paytexta Îraqê. Tê plankirin ku şand roja Şemiyê, 24ê Cotmehê, saet 10.00 li avahiya Wezareta Darayî ya Federal bi Sarî û tîma teknîkî ya wezaretê re bicive. Hat diyarkirin ku dibe ev civîn hevdîtina dawî ya şandê bi Wezareta Darayî ya Îraqê re be. Şand dixwaze nêrîna wezaretê ya li ser para Herêma Kurdistanê bizane.
Hat ragihandin ku eger pêşnûme di berjewendiya Herêma Kurdistanê de were guhertin, ew ê li Encumena Wezîran were pejirandin û ji parlamentoyê re were şandin. Hat gotin ku eger metn wekî xwe bimîne û lihevkirin pêk neyê, dê bêguman pirsgirêk derbikevin holê.
Fraksiyonên kurd ji niha ve ragihand ku ew dengê xwe nadin pêşnûmeya budceyê. Fraksiyon dibêjin ku pêşnûme ne dadperwer e û mafên gelê Herêma Kurdistanê di budceya 2027an de hatine binpêkirin.
Di pêşnûmeyê de para Herêma Kurdistanê ji ji sedî 14.67an hate daxistin ji sedî 12.67an. Di hin madde û bendan de jî ji herêmê re pareke ji vê rêjeyê jî kêmtir hatiye veqetandin. Ji ber vê sedemê hat ragihandin ku dê gelek mijar bi Sarî re werin gotûbêjkirin.
Pêşnûme ji Encumena Aborî re hatibû şandin, lê hîn pêşkêşî Encumena Wezîran nehatibû kirin. Salnameya demê pêşbînî dikir ku metn di 15ê Cotmehê de ji Encumena Wezîran re were şandin, lê ew dîrok derbas bû. Tê plankirin ku pêşnûme ji Encumena Wezîran re were şandin, di civîna asayî ya hefteya piştre de dengdan li ser were kirin û paşê ji parlamentoyê re were rêkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên xwe yên derbarê daîmîkirina fermanber û mamosteyên bi girêbestê de pêşkêşî Wezareta Darayî ya Îraqê kirin. Di nav daxwazan de tayînkirina derçûyên beşên bijîşkî jî heye. Herwiha hat xwestin ku mûçeyên malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û yên pêşmergeyan wekhev bibin. Daxwaz bi lîste û mîqdarên veqetandî re hatin şandin. Tê xwestin ku ev daxwaz di pêşnûmeya budceyê de bên bicihanîn.
Wezareta Darayî ya Îraqê bi devkî ragihand ku di damezrandina fermanberan de dê ji Herêma Kurdistanê re par were veqetandin. Li gorî zanyariyên ku wezaretê dane, hikûmeta Îraqê dê 497 hezar karmendên bi girêbestê daîmî bike. 63 hezar ji dê bikevin para Herêma Kurdistanê.