Şêx Kamil: Nêzîkî 100 karsazî ji ber binpêkirina bihayan hatin cezakirin

Çi çêbû?
Li gorî daxuyaniya ku Gerînendeyê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê da Kurdistan24ê, lijneyên çavdêriyê yên ser bi Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li hin şirket û bazirganan ceza sepandin. Van şirket û bazirganan bihayên bazarê bi awayekî neqanûnî bilind kiribûn. Li dijî van şirket û bazirganan kiryarên qanûnî jî hatin destpêkirin.
Gerînendeyê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil got ku lijneyên çavdêriyê her roj bê navber çavdêriya bazaran dikin. Şêx Kamil diyar kir ku her kesê bihayan bi keyfî û bêserûber bilind bike, dê yekser rûbirûyî cezayên qanûnî bibe.
Li gorî agahiyên ku Şêx Kamil dan, heta niha nêzîkî 100 cihên kar û dikanên ku bihayan binpê kirine hatine cezakirin.
Şêx Kamil da zanîn ku ceza qonax bi qonax tên sepandin. Li gorî daxuyaniya Gerînendeyê Giştî, di gava yekem de agahdarî û hişyarî ji binpêker re tê şandin. Piştî wê cezayê diravî tê. Di qonaxa herî giran de jî şirket tê girtin, destûra wê ya bazirganiyê û lîsansa wê jê tên stendin. Şêx Kamil got ku saziyên pêwendîdar van rojan hewl didin ku bi tedbîrên rêkxistinê bazarê di bin çavdêriyê de bihêlin. Li gorî Şêx Kamil, heta ku gengaz be serî li gavên herî tund nayê dan.
Li gorî biryarên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, ji 50 hezar dînarî heta 5 milyon dînarên Îraqî cezayê diravî li kesên ku pabendî rêsayan nabin tê birîn.
Şêx Kamil ji welatiyan xwest ku bilindbûnên neasayî yên bihayên xwarinê û kelûpelên din ji lijneyên çavdêriyê re rabigihînin. Wî ji bazirganan jî xwest ku bêyî hinceteke maqûl bihayan bilind nekin. Gerînendeyê Giştî herwiha bang li welatiyan kir ku xerckirinê kêm bikin û tenê pêdiviyên xwe yên rojane yên rastîn bikirin.