Here naverokê
BaşûrSiyaset

Kurdistan Mala Me destwerdana Îraqê ya li Herêma Kurdistanê şermezar kir

2 xulek xwendin

Çi çêbû?

Koma Kurdistan Mala Me ragihand ku ew biryarên dawî yên hikûmeta Îraqê, yên ku statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê dikin hedef, protesto dike. Komê bangî Kurdên li her derê cîhanê kir ku piştgiriya neteweyî ya ji bo Başûrê Kurdistanê xurt bikin.

Li gorî daxuyaniya komê, biryarên 24ê Mijdarê yên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî destwerdaneke navendparêz a metirsîdar in. Komê diyar kir ku armanca van biryaran ew e ku kontrola deriyên sînor radestî hikûmeta federal bê kirin. Komê her wiha idia kir ku armanc ew e ku birêvebirina qadên petrolê yên di bin kontrola ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê de ji Wezareta Petrolê ya Îraqê re bê hiştin. Komê her wiha da zanîn ku tê xwestin ku hinartina petrolê bikeve bin çavdêriya Bexdayê, paytextê Îraqê.

Komê angaşt kir ku hewldanên berhevkirina desthilatan li navendê sistema federal û Destûra Îraqê bi eşkereyî binpê dikin. Komê diyar kir ku divê Îraq pabendî destûrê bimîne û rêzê li maf û statuya Herêma Kurdistanê bigire.

Komê anî ziman ku statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê berhema têkoşîna dûrûdirêj a gelê Kurd û bedelên giran ên ku wî dane ne. Di daxuyaniyê de xebata hevpar û helwesta yekgirtî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi erênî hat nirxandin. Komê xwest ku hevkariya di navbera her du partiyan de mayînde be. Komê her wiha daxwaz kir ku di mijarên neteweyî de nakokiyên siyasî li aliyekî bên hiştin.

Komê da zanîn ku 70 milyon Kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê dijîn, destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wekî destkeftiyên xwe dibînin. Komê bangî Kurdên li Ewropa, Amerîka û li çar aliyên cîhanê kir ku bi xwenîşandanên demokratik, daxuyaniyên çapemeniyê û xebatên diplomatik xwedî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê derbikevin. Di daxuyaniyê de bangî civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan jî hat kirin. Komê xwest ku ev sazî berpirsyariya parastina sistema federal a Îraqê û mafên rewa yên Herêma Kurdistanê bigirin ser milê xwe.