Parlamentoya Kurdistanê dîsa civiya, Vala Ferîd wek serok hat hilbijartin

Çi çêbû?
Parlamentoya Kurdistanê roja Çarşemê, 4ê Mijdara 2026an, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civiya. 52 parlamenter beşdarî rûniştinê bûn. Semîre Hesenê, wek parlamentera herî temenmezin a li salonê, rûniştin bi rê ve bir.
Parlamenteran di vê rûniştinê de desteya serokatiyê ya nû ya parlamentoyê diyar kir. Dr. Vala Ferîd wek Seroka Parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin. Ramîn Nûrî Ewdî wek cîgirê serok hat destnîşankirin. Erkê sekreteriya parlamentoyê jî Mona Nebî Qehweçiyê girt ser xwe.
Vala Ferîdê piştî hilbijartinê konferanseke rojnamevanî li dar xist. Wê di konferansê de pîrozbahî li gelê Herêma Kurdistanê kir. Vala Ferîdê got ku di vê qonaxê de rêz li demokrasiyê û dengê gel hatiye girtin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîdê diyar kir ku ji nû ve çalakbûna parlamentoyê tu aliyekî siyasî nake hedef. Li gorî Vala Ferîd, ev gav di xizmeta hemû aliyan de ye. Vala Ferîdê herwiha da zanîn ku armanca vê gavê pêkanîna berjewendiya giştî ye.
Vala Ferîdê herwiha anî ziman ku Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ya yekgirtî ye. Wê parlamento jî wek platforma bingehîn a yekîtiya Kurdistanê pênase kir.